be zahîr ger le esbabî sirûr û sûrî to dûrim
nî’metî wesił
From the Book:
Dîwanî Ḧerîq
By:
Hariq (1856-1909)
1 minutes
804 views
be zahîr ger le esbabî sirûr û sûrî to dûrim
be şukirî nî’metî wesiłit le şadî dam û mesrûrim
le bûk û pêxesû berbûk û pop çerimk, nebûm emma
du’agoyî delîle ełbete lew zumre meḧşûrim
le xeymey saḧîbî seyf û qełem wez’î ’îlim ça bû
seday tepłî beşaret bû, bełê fetḧîm û mensûrim
be neqdî ger ḧeyatî ’arîyet qabîl be teqdîme
nîsarî fermû ta bîłêm şikur bo pare menzûrim
le sozî sîneyî ’ûd mecmerî bezmî muḧîbbanim
legeł efsûrdeyîş bo germî meclîs agirî sûrim
wicûdim ger xerabey řence, dił her mexzenî gence
bo seyranîş lelay ehlî derûn abad û me’mûrim
qutabî nîm le hewłî nan û şekir û luqme qazî bim
le ehlî taybî teḧsîl û zîkir û wîrdî me’surim
le de’wada yedî beyza û ’esay mûsat ledesta bû
îcazey marî xoşt pê nema fermûte meḧsûrim