te’ařufî be sîgare şî’arî ehlî kubar

agirî ẍem
From the Book:
Dîwanî Ḧerîq
By:
Hariq (1856-1909)
 1 minutes  1648 views
te’ařufî be sîgare, şî’arî ehlî kubar
sebîlî ’adetî mesdûde bo řewacî sîẍar
le qawî qaweçî herkes ke meşrebî ça bê
be dûdî qenne qena’et deka feqîr û hejar
mîzacî ademî xakî hewa be awyada
’înanî sebir bedes ba geyîşte kûrey nar
be mułkî weḧdet eger aşna bê munkîrî ḧał
dezanê ’umrî ’ebes bû le kesretî eẍyar
zeřî nebê semerêkî nîye dirextî ẍeyr
eger be berd û pilar serçiłî bixeyte xwar
dirextî mułkî diłim mîweyêkî kałî heye
xuda bika be teḧemmul biga be sebir û qerar
be dax û ḧesret û ẍem deçme ḧełqeyî matem
sefayekî nebû se’îym le terfî koyî nîgar
le wextî ’alemî eřwaḧewe heta êsta
sefer dekem negeyştim be menziłî diłdar
fîday zîndedłanî terîqî xûbanim
hemîşe tazediłn wek gułî hemîşebehar
le çeşmesarî me’arîf kesê nesîbî nebê
hemîşe çawî teře, zarî wişke, lêwî bebar
ḧerîqîPen name agirî ẍem sîxî ’umirmî sutand
kebabî sîne be napuxte hate meclîsî yar