’îşqit ke ḧeqîqî bê talîb mebe îlla kuř

’îşqî ḧeqîqî
From the Book:
Dîwanî Ḧerîq
By:
Hariq (1856-1909)
 2 minutes  2213 views
’îşqit ke ḧeqîqî bê talîb mebe îlla kuř
hem ḧezretî lewla kuř, hem yosfî wala kuř
ew nûre ke menşe’ bû, bo ’aşiqî mebde’ bû
têfkire le ew nûre me’lûm û huweyda kuř
’îşqê ke bequwet bê mayîl be miruwet bê
nemdîwe ke talîb bê îlla ke tełeb ka kuř
’îşqê ke be ẍewẍa bû wek ’îşqî zuleyxa bû
sergeşte û řîswa bû bo yosfî wala kuř
şîrîn ke şekerřêz bû, bo kê bû dił awêz bû
bo xusrewî perwêz bû, ferhadî hewaxwa kuř
kiç mayîlî wałaye wek damî beła waye
kuř wek kuřî şa waye bê xewf û muḧaba kuř
kiç teb’î keç û naqîs, kuř teb’î teř û xalîs
hem suḧbet û hem calîs xoş menzer û sîma kuř
kiç zułfî perêşane, kuř perçemî efşane
kakołî be cem’îyet hem şanî kiçe, ya kuř
kiç saḧîbî lerzane, kuř merde le meydane
kuř hem demî însane, xoş meşreb û goya kuř
herkes be tebî’et bê, erbabî miruwet bê
lem nuqte temaşa ke, xanim kiç û aẍa kuř
qamet ke wekû ney bê, kê dîwye legeł bey bê
em nîsbetî exlaqe derḧeq be kiçe, ya kuř
sed ḧeyfê ke to «nałî» bem pîrîye mindałî
bem terze le ’îşq edwêy, zîba kiç û dîba kuř
mûyê ke le řûy kuř bê, řêḧaneyî nêw baẍe
sedcergî le bo daẍe, saḧêb xet û ênşa kuř
bo xełwetî tenyayî fîlwaqî’e kiç çake
emma ke le ’îşq bidwêy, edna kiç û e’la kuř
bo xełwetî tenya kiç bo bezmî temaşa kuř
bo fasqî řîswa kiç, bo aşqî sewda kuř
kiç wextê şika seddî, namênê çi serḧeddî
neqsî nîyetî ’eddî, meḧfuz û mubeřřa kuř
lem teb’î keçe lade, ’umirit hemû berbade
xoy saqîy wiçawbade, mezbut û muheyya kuř
em ’îşqe mecazate, encamî mucazate
ẍewwasî ḧeqîqet be, duřdaneyî derya kuř
her ’îşqê ḧeqîqî bê, wek ’îşqî ḧerîqîPen name
meylî be deqîqî bê, bo me’rîfetulła, kuř