bew nûre ke zahîr bû leser řûyî muḧemmed

nûrî muḧemmed
From the Book:
Dîwanî Ḧerîq
By:
Hariq (1856-1909)
 1 minutes  1887 views
bew nûre ke zahîr bû leser řûyî muḧemmed
’alem hemû aşufte bû wek mûyî muḧemmed
mexcûl û ser’efkendeye nesrîn û wenewşe
bo mûyî semenbûyî dû gîsûyî muḧemmed
meczûbe hemû kes be řimûz û be îşare
mecbûre le des sa’îd û bazûyî muḧemmed
serwî çemenîş pêy le gił û xarî ẍemaye
lerzane le ḧesret qedî diłcûyî muḧemmed
laleş wekû min sîneyî piř ḧesret û daxe
ta dîwyetî řuxsareyî gułbûyî muḧemmed
«burhane» leser nefîy munafatî şew û řoj
mûyê ke perêşane leser řûyî muḧemmed
’alem wekû min cergî biřawe be nîgah û
řemkirdin û îstadenî ahûyî muḧemmed
řoḧ û dił û dînit heye hersêkî ḧerîqîPen name
serfî ke leřêy wesif û senacûyî muḧemmed