key dêyewe serřeḧmî diłî zar û nezarim

firmêskî nedamet
From the Book:
Dîwanî Ḧerîq
By:
Hariq (1856-1909)
 2 minutes  790 views
key dêyewe serřeḧmî diłî zar û nezarim?
key dê qedemî xêrit leser xakî mezarim
ta key le tewafî ḧeremî qîbleyî ebrot
wek perçemî pêşanî ser’efkende û xwarim?
carê nebû carî nebê firmêskî nedamet
barê nebû barê neyenê bo diłî zarim
qurbit sebebî bu’de le yar û le dîyarim
řazîm be cefa ger be wefa bêye dîyarim
bo lezzetî ’efut ke cerî’im le me’asî
medřêne dexîl perdeyî řuxsareyî karim
çit dawe le řûtirşî û sirkey demî eẍyar
qendî lebî şîrîn be demî tałî xumarim
ey ’er’erî bûstanî hîdayet were baẍan
daẍanî qîyamet ke qedî seru û çinarim
gwê megre le îhrar û le îsrarî řeqîban
min sed ẍezebit bê le ’efût çawenwařim
ta dîwme lenêw mesḧefî řût suřeyî yosif
bo ayetî ḧusinit le hemû řesmê kenarim
tawus ke leser zînetî bałî, serî dana
emnîş be peřî fikirewe bê sebir û qerarim
perwaneyî şewqit mexere agirî mîḧnet
şem’î diłeket hełke lebo bezmî nîgarim
morey diłî bird zułfî lebo texteyî sîne
lem nerde mełên wa meye, dêm fêrî qumarim
ger bał û peřî bext nesûtaye ḧerîqîPen name
bo seydî me’anî be mesel bazî şikarim