le em ’îde be’îdim min le dîdarî řefîqanim

tawî giryan
From the Book:
Dîwanî Ḧerîq
By:
Hariq (1856-1909)
 2 minutes  1415 views
le em ’îde be’îdim min le dîdarî řefîqanim
xuda sa to qerîbim key le xwanî wesłî yaranim
lelayê ’îşret û şadî, lelayê gerdin azadî
emin kewtûme nêw dawî ḧerîqî narî hîcranim
serim qurbanit ey saqî ke to sadey, were, sa, dey
fîdatim destubirdê ke ecel nek bê be mîwanim
diłim kewtote zułmat û dełê pêm xoşe tarîkî
be tarêkî serî zułifit humêdim mawe webzanim
xuda ’umirit bida baqî, were saqî bide řaqî
ke to hemřazmî mey bêne bo dermanî derdanim
heta kufrî serî zulifit bibînim wa lenêw kufram
ke dîtim şem’î řuxsarit dełêm oxey musułmanim
be řengî eşkî xwênînim ke řûsûrim le qapî ḧeq
le feyzî toweye saqî becoşe tawî giryanim
be xwênawî diłî zarim were kakoł ḧenayî ke
mełê řaweste ta qurban, le ’îdeyna be qurbanim
lenêw ateşkedey ẍemda kebabî dił ewa birja
şeřab bêne be peymane tewawe ’ehd û peymanim
şukir wesiłim heye emřo legeł peykan û tîẍî to
ke kuştey tîrî mujganim, ke çakî tîẍî ḧîrmanim
kutit daney xeyałit bênere nêw dawî zulfeynim
eger deykem perêşanim, eger neykem peşîmanim
sefî tabûrî mujganit le qel’ey dił ke cêgîr bû
hetîwî dił nema cêgey lebokwê řoyî nazanim?!
ḧerîqîPen name terkî yar nakem serim bibiřn eger feřzen
nîye bakim leber te’ney murîdî pîrî řendanim