le çwarînekanî babe tayerî hemedanî

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 2 minutes  1543 views
bebê to, guł le baxa xwaye neřwêt
eger hat û řuwa bê řeng û bo bêt
bebê to herkesê lêwî bizey bê
leřûy xoy, xwênî dił, tamawe nesřêt
***
diłêkim laye kiřyarî muḧîbet
keher bew germe bazařî muḧîbet
cilêkim kirde ber bałay diłî xom
ke wa poy meynete û tarî muḧîbet
***
le destî çaw widił herdûkî feryad
ewey çawî dî, diłim kirdûyetî yad
dirust kem xencerê nûkî le poła
le çawî xomî bem ta dił bê azad
***
bebê to, dił le kwê xoşî ebînê
le řûy toda ebînim xem řewênê
eger derdî diłim dabeş bikem key
lednyada diłê bê derd emênê?
***
bełaye dił, bełaye dił, bełaye
gunahbar çawme û dił mubtelaye
eger çawim serincî xoy negêřê
diłim çuzanê cwan wa leç laye?
***
lederya seyr ekem, her to ebînim
lesara seyr ekem, her to ebînim
leher laseyr ekem deşt û der û kej
hemûy her bejnî toye nazenînim
***
diłim zar û ḧezîne, çon nenałim?
jyanim agirîyne, çon nenałim?
ełên pêm: boç û takey her enałî?
ke mergim le kemîneçon nenałim?
***
meger şêr û piłingî, ey dił! ey dił!
legełma her becengî ey dił! ey dił!
eger destim kewî xwênit eřêjim
bizanim taç řengî, ey dił! ey dił!
***
werin ey dił sûtawan! ba binałên
le destî yarî bê perwa binałên
biçîn bilbil le baxa ger nenałê
lebatî bilbilî şeyda binałên
***
dirextî xem le gyan kirdûye řîşe
le dergay xwaye nałey min hemîşe
’ezîzan! bayexî yektir bizanîn
ecel berdew mirovîş çeşnî şûşe