kilwe befrekan

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 1 minutes  549 views
ey kilwî befrî sipî!
çen bê deng û çen kipî
ke lew asmane berze
řû ekeyte em erze
çîn çîn zewî dapoşe
diłî min bewe xoşe
zor ḧez ekem tamawim
heta biř eka çawim
deşt û der û şar û dê
bergî befrî sipî bê
sipî řengêkî çake
befirbê gerd û pake
ay çende bêzarim min
le pełey řeş û çiłkin
xozge derûn û henaw
wekû befrî berhetaw
bê gerd û řûnak ebû
sipî û cwan û pak ebû
ewsa etdî em jîne:
çen diłgîr û şîrîne