5
lemewpêş beḧsim kird ke xeyałî gewreyî û me’mûrîyet kewtibuwe serim, tîkirar su’alim kirdewe le aşnakem ke tedbîrî min çîye? witî:
- ew meslekane ke pêm witî qibûłit kirduwe?
- lewanîşe zyatir.
- ca ke waye dest bike be amşokirdinî îşbedestekan û mediḧ û senayan, carcar dyarîşyan bo bibe! îtir sehle.
heqîqet nesîḧetî aşnakem řast bû. mudetî mangê destim kird be mediḧ û sena û amşokirdin û dyarî bo birdinyan. řojêk bangyan kirdim wityan: «wezîfey teḧsîldarî munḧelle, îstîd’a binûse û daway bike!»
fewren îstîd’ayekim nûsî.
heqîqet lepaş çwar řoj te’în kiram û mubaşeretim be wezîfe kird. emca dest le min û quwet le xuda, destim kird be ehalî řûtandinewe. ke weqtê eçûm bo derewe, defterekem le berdemî xomda da’ena, destim ekird be teḧsîlat. ewey ke çwar qiřanî leser bû, şeşim lê esend û ’îlim û xeberî dû qiřanim edanê, çunke ’imûm nexwêndewar bûn û neyan’ezanî.
def’ey duwem ke eçûmewe ew dêye, her le ’eynî ew pyawe ke çwar qiřanî leser bû şeşim lê sendibû, tîkirar daway sê qiřanî tirim lê ekird. kabra eyut:
- efendî çî bû her tewaw nebû?
- kuře segbab hêşta le kwêtane?
destyan ekird be hawarkirdin û pařanewe, minîş lecyatî ewey řeḧmyan pê bikem, emirim ekird bew polîs û qołçîyaney ke le me’îyetma bûn, destyan ekird be lêdan û felaqe kirdinî ehalîye mezłûmeke. be mirîşk serbiřîn û co lêsendin bo wiłaxekanman û le dway lêdanêkî zor teḧsîlatekem behewesî xom ekird.
ehalîy bêçare eçûn bo şikat û le merkez îstîd’ayan lê edam, beyanî ẍedarîy minyan ekird. emma bêfa’îde bû, çunke hemû mafewqekanî xom terefdarim bûn û min lepêş ewanda îşî xom meḧkûm kirdibû, îtir be me’yûsî egeřanewe. ca emcare ke eçûmewe le heq ew şikateda ke kirdibûyan, zyatir le caran ẍeramem edan. xolase, bem new’e mudetê dewamim kird. ke tê fikirîm, bûm be saḧîbî şeşsed ḧewtised lîrey xom. emca be tewawî xeyałî gewreyîm kewte ser û be ew meslekey xom řeza nebûm, çunke le diłî xomda emut wasîtey tereqîy em zemane, nařastî û nexwêndewarî û saḧêb pareyîye. min her syanyanim heye, îtir bo çî bem wezîfe biçkoleye řeza bibim?
be şew û řoj leber ew meraqe xew û îstiraḧetim nebû. her le ew řojaneda bo bedbextîy min me’mûrêkî teḧqîqat bo temaşakirdinî îşukarî ’imûmîy qezake hat, herçend lepêş hatnî ewda, le merkezî lîwawe, be sîřî exbar kirabûyn wiryayîy xoman bikeyn. êmeş be ’imûmî herçî lazim bika bo tenzîmatî îşukarî xoman lepêş ewda kirdiman. mesela ewsa kołanekan ke piřbûn le pîsî, le teref beledyewe be dereceyek pak kiranewe. da’îrey ême ke defter û esasêkman nebû, şitêkman dirust kird. sindûq ke xałî bû hemûy dirabû be qerz, pareman be qerz hêna û xistimane nawî. lîbasman ke hemû pîs û çiłkin bû, lîbasî cwanman kirde berman. ewsa ke qisey xoşman cinêw û şeq bû legeł ehalî, emca kewtîne mîhrebanî û zibanşîrînî. emma me’mûrî teḧqîqat çunke xełkî muḧîtî xoman nebû we le cêgeyekî dû mang řêgawe hatbû, be pare, ya be de’wet îqna’ ne’ebû. teḧqîqatêkî zor beşîddetî ekird, we çen kesêkî dest le îş kêşanewe û ewraqî leheq girtîn ke yekê lewane min bûm, her çend ewîşî hêşta be tewawî neykird. her xerîkî me’mûre piçkolekan bû, destî le gewrekan neda, egerçî xoyşî zor çak eyzanî hemûman wekû yek wehayne, bełkû gewrekanman xiraptirin, çunke meseley meşhure «gewre aw eřêjê biçûk pêy lê exa».
nazanim lew řoje syaset weha îcabî ekird ke dest lewan neda ya zor be gewre û muhîm hatbûne berçawî û wehay ezanî ke eger destyan lê bidat dinya jêrawjûr ebêt, eger çî hîçî têda be ser nebû, mudaxeley ewanî nekird. welḧasił, ewraqî bo girtîn û tewdî’ be meḧkeme kirayn. her çend her çî ewarqêkî le heqman girtibûy řast bû, emma leber ewey ke le weqtî xoyda ehalîman çak tirsandibû, lepaş řoyştinî ême řefîqekanman ke amîrî ême bûn û be wezîfewe le qezada mabûnewe, be dizîyewe, şew û řoj tehdîdî ehalîyan ekird ke şehadet le ’eleyhîy ême neden. hîç kes şehadetî neda, meḧkeme mecbûr bû be tebrye kirdinman. emma me’mûrî teḧqîqat pyawêkî gewre bû, îsrarî ekird leser ’ezlî ême, çunke bo xyanetman qena’etî wîjdanî ḧasîł bûbû. lepaş tebrye kirdin, ’ezil kirayn. her kes çûyn be wiłatêkda, minîş geřamewe ew cêgeye ke lewe pêş tyada me’mûr bûm.
mudetê be bê îşukarî sûřamewe. şermim ekird îstîd’anûsî bikem, çunke le ḧeyatî teḧsîldarîmda wekû ḧakmêkî bîl’îstiqlal bûm, êsta çon ’ezruḧałnûsî bikem? ke tê fikirîm, eger herweha bimênmewe xirape. fîkirim kirdewe ke çî bikem çake? le diłî xomda qerarim da ke meseley mîllet bigirim be destewe û xom bikem be wetenî. emca destê lîbasî sivîlî zor cwanim leber kird û wekû pyawêk ke le mektebêkî ’alî neş’etî kirdibê, xom be lîbas řazandewe û bastonêkî başim girt be destewe. cantayekim piř kird le kaẍezî sipî û kitêb ke ekseryanim ne’ezanî xom bîxwênmewe. xistime bin destim û destim kird be geřan be naw bazař û małan û qawexananda. le her kwê da’enîştim destim ekird be basî weten û îstiqlalîyet û lezetî serbestî û azadî. hemû řojêk ẍezelêkim enard bo metbe’e, be’zen meqaleyekim enûsî, egerçî hîç kamyan le qełemî xom der ne’eçû. be şew, lay şexsêk emnûsî û leberim ekird û be řoj neşirim ekirdin. be’zen xełqim ko ekirdewe û destim ekird be basî îstiqlalîyet û carbecar be şewda beyannamem enûsî le ’eleyhîy ḧikûmet be îmzay muste’ar we fiřêm eda be naw kołanekanda. bem new’e meşhûr bûm be pyawêkî zîrek û wetenperist. bo xom nawêkim peyda kird, aya ḧikûmet, aya ehalî, be pyawêkî fewqel’adeyan ezanîm. bêxeber bûn ke piroẍramî min her ewe bû ke te’în bikirêm be me’mûr û tîkirar dest bikemewe be xwardinî xwênî mîllet û pare gilêr bikemewe bo xom. çend mudetê bem new’eş mamewe ke tê fikirîm zor be muhîm û gewre kewtûmete pêş çawî ḧikûmet û ehalî. her řojêk le teref pyawêkî gewrewe de’wet ekiram û her weqit tesadufî pyawêkî gewre û syasîm bikirdaye, zor be dîqqet giftugoy ekird legełma. çunke her wekû tûtî ew çend qiseye ke fêr bûbûm tîkirarim ekirdewe, way ezanî ke min pyawêkî zor muhîm û syasîm û ’emden qise naxeme derewe, bêxeber bû ke beẍeyrez ew çend kelîmeye hîç nazanim û qisenekirdinim leber hîç nezanîye. lepaş çen mudetê, řojêk ke le małewe danîştibûm, tê fikirîm emrêkim bo hat ke «cenabî zorab efendî be ře’îsî qezay xorinşîn te’în kirawe. ḧereket bika bo ser wezîfe we ’ecele mubaşeret be îşî îş’ar bikat». fewren ḧereketim kird bo wezîfe.
lepêşda telẍirafim nûsî, řojî mwaseletim beyan kird. ew řoje geyştime merkezî qeza ta mesafey nîw se’at řêga, hemû ehalî û eşrafî memleket hatin be pîrmewe. minîş le kemałî ’ezemetda le utumbêl dabezîm û merḧeba û sebaḧ xêrim legeł eşraf û ehalî kird. çûme sera. bebê ewey çawim kewtibê be ře’îsî pêşû, bebê ewe bînasim le xomewe qînim lê hełgirtibû. em piroẍramem bo xom danabû ke her çî ew kirdibûy be ’eksî ew mi’amele bikem. ke geyştime meqam, eweł qisem eme bû ke em eskemle û maseye bo çî wa danrawin? dyare ew keseke ’eqłî nebû! fewren emirim kird be ’eksî caranewe mêz û eskemlîyekeyan dana û danîştim. bebê ewey mwazeney bikem ya byannasim lewe pêş, her kes ke bîstim dostî ew buwe wekû dujmin seyrim ekird.
lepaş çend řoj manewem her çî ’adet û syasetî ew bû bekullî teẍeyîwrim kird.
hîç tê ne’efkirîm ke ême her dûkman xizmet be yek ḧikûmet ekeyn û hîç ’edawetêkman lemewpêş nebuwe, bo çî wa bikem? bełkî ’eqłî ew le min çaktir bûbê! bo çî çak be xirap tebdîl bikem? her le xomewe bûbûm be dujminî, egerçî xoyşî lewê nebû. ’ecayb lêredaye her weqit çawim bikewtaye be mindałêkî mekteblî eger ewladî xoyşim buwaye, ḧezim ekird bîkujim, çunke weham mwazene kirdibû ke eger ewane gewre bibin, wezîfe dest ême nakewît, baxsûs, lewan zyatir, řiqim le mu’ellîmekan bû. le diłî xomda emut: «em şeytanane xirapin! her emanen ke neşrî mi’arîf eken we axrî xatîme eden bem eḧwałe û nanman ebirin». emma diłim zor qaym bû be ewe ke ewende xełq le xisûsî řeẍbet kirdin be me’arîf sard bûn, emzanî ta min ḧeyatim heye ewe nabînim we hemîşe ekserîyet be teref xomanewe ebê. çî bikem deselatim nebû ke her çî mektebî řeşuřûtekan heye day bixem û em xetereye le diłî xom la bidem? diłxoşî xom be ewane dayewe. ḧasłî le dway çend řojêk destim kird be tetbîqî piroẍramî pêşû, ye’nî xwênî ehalî girtin we pare bo xom gilêr kirdinewe. hemû řoj emrêkî beşîdetim eda bo kokirdinewey ḧasłatî ew sałe. tesadufen ḧibûbat, ye’nî řizq qîmetî ne’ekird we ehalî hemû řoj îstîd’ayan enûsî ke îmsał řizq qîmet nakat, îstîrḧam ekeyn ḧikûmet sebirman lê bika. bêçare ehalî wayan ezanî řizq herzan buwe, neyan’ezanî pare giran buwe, çunke qa’îdeye, her şitê kem bû giran ebê. sebebî giranîy pareşyan ne’ezanî, minîş nayzanim! ba wicûdî ew hemû îstîd’aye û pařanewey ehalî, min bo teḧsîlat emrî beşîddettirim enûsî. le diłî xomda emut min heqim çîye? her ewende xom teqdîr bikirêm, îtir ba hezar feqîr bimrêt le birsana ya be dem şeqî me’mûrewe her hawar biken!