4

From the Book:
Meseley Wîjdan
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 5 minutes  7630 views

çend mudetê be ’erzuḧałnûsîn mamewe. le sayey ew meslekewe mîqdarê parem ko kirdewe we be wasîtey ew pareyewe meẍrûrîyetêkî tewawim le xomda derk dekird û bew meslekey xom řazî nebûm. hemû wextê çawim le berizbûnewe bû bo cêgay ’alî, her çende ew lyaqetem le xomda ne’ebînî. emma çunke zorî wam dîbû ke bew hemû cehaletewe, min leman ’alimtir bûm we meqamî gewreyan îşẍal kirdibû, minîş ew maxulyaye kewtibuwe serim û nem’ezanî çî bikem? řojê legeł kabray aşnam qisem kird witim fiłanî min xeyałêkî wam heye. kabra cwabî damewe û witî:

- ’ezîzim ewełen pêm biłê paret heye yan na?

- mebleẍêkî kafîm heye.

- ke wa bê îtir şitê sehle! emma be’zê meslek heye ebê qibûłî bikeyt.

- wekû çî?

- mezeřet bo hawcînsî xot, diroznî, xyanet!

- me’nay eme çîye?

aşnakem cwabî damewe:

- emane lem muḧîteda wekû şehadetnamey mekteb waye le sa’îrî wiłatana! heta wa nebî umêdî tereqqî kirdin bême’naye!

her çend minîş ew meslekanem zor la naxoş bû, emma ewende ḧezim le tereqqî ekird, le diłî xomda qerarim da ke wekû aşnakem witî weha bikem. destim kird be diroznî û xyanet û tetbîqî ew piroẍrame ke kabra boy danabûm.

heqîqet le mudetêkî zor kemda muşahedem kird ke îḧtiramim qat qat zyadî kird û hemû kes le caran zyatir î’tîmadim pê ekat. lew mudeteda ke lew şareda bûm, be munasebetî ewewe ke cêgekem nizîkî mizgewtê bû, amşoy mizgewtekem ekird, melay mizgewteke bû be aşnam. carcar eçume lay temaşam ekird awî ḧewzekey mizgewt û naw ḧewşekey zor pîse, we hîç temaşay nezafetî naken û ḧetta awekey bogene. def’eyek ’erzî melam kird:

- qurban bo çî mulaḧezey nezafetî em mizgewte naken? mizgewt małî xudaye û ebê le hemû cêgayek paktir bê. em awe destinwêjî dirust nîye, ewende tif û bełẍemî tê kirawe û awî zor keme û řeng û tamî gořawe. destinwêjîş meqsed le nezafete, em awe însan pîs ekat!

mamosta cwabêkî zor me’qûlî damewe:

- řołe dyare nexwêndewarî! bo çî nazanî em ḧewze quletêne? quletên çon pîs ebê?

ke way fermû sikûtim kird.

řojê leber hetawî mizgewt danîştibûm. legeł mela ke dersî ewtewe, carcar destî ebird le lamlî espêy egirt û fiřêy eda. lew weqteda le małî melawe nanyan hêna. mela be destî neşorawewe destî kird be nan xwardin. ’erzim kird:

- qurban bo çî destit neşord?

- rołe hemû dû sa’et nabê destinwêjim şorduwe!

- axir êsta espêt le lamilit girt?

- bo çî nazanî min sereřay melayetî daxłî terîqetî qadrîş bûm, ke le terîqey qadrîda, kuştinî kêç û espê ca’îz nîye? eyangirîn û zor bebê ezyet fiřêyan edeyn. îtir bo çî destim pîs ebêt?

heqîqet teqdîrî meslekî melam kird ke ewende terefdarî muḧafezey zîřoḧe we hîç arezûy zeḧmetî zîřoḧ nakat.

bo sibeynê dûbare çûmewe mizgewt, temaşam kird qerebałẍêkî zor danîştûn û mela we’iz dexwênêtewe û ayet û ḧedîs bo îspatî ew qisane ke eykird be delîl eyhênêtewe. yekê siławat edat, yekê egrya, yekê tobe û îstîẍfarî ekird. minîş le beynî samî’înda le lay kabrayekewe ke zor egrya danîştibûm. be kemałî melametîyewe lêm pirsî:

- to ke ewende egrîyt ełbete le hemû kes çaktir le me’nay em we’ze û me’nay em ayet û ḧedîse tê egeyt. ca ḧez ekem minîş ḧałî bifermûyt!

- newełła bawkim min nazanim me’nay çîye. her ewenne ezanim ke ’arebîye!

- emca ke to me’nay tê nageyt bo çî egrîyt?

- bîstûme herçî be ’arebî bêt beḧsî qebir û qyamete!

zor te’ecubim kird lem eḧwałe. xom pê negîra û le weqtî we’iz xwêndineweda ke mela ayetêkî xwêndewe, derḧał, ’erzim kird:

- qurban çunke min zimanim ’arebî nîye û me’nay nazanim, eger me’nay ew ayete be kurdî bifermûn memnûn ebim!

her ke weham wit mela hate xwarewe û be çepok day girtim. witî:

- kafir bûyt, qise meke!

sa’îrî xełqekey tirîş be çepok dayan girtim û wityan «bîkujin em kafre! ẍezaye!». her çende hawarim kird «kuře xełke bo xatrî xwa min hîçim newtuwe», fa’îdey nebû. her kes ehat be çepok pêyda emałîm, bebê su’al yaxu teḧqîqat. ta nîhayet kabray aşnam hat û be her new’ê bû xelasî kirdim û birdimyewe mał. te’ecubim kird ke yařebî min çîm kirdibê ke emem beser hat? aşnakem witî:

- ’ezîzim to heqit çîye beser em qisanewe, bo çî xot xirap ekeyt? swêndim xward ke hîçî xirapim newtuwe. kabra witî:

- êsta emane fa’îdey nîye, hełse ’îlacî xot bike, řoḧîşt wa le xetera!

- tedbîrim çîye?

- řaweste ta şew!

ew řoje nemtuwanî biçim bo derewe ta şew. le şewda kabray aşnam hat birdimî bo małî kabray mela û małî çen melayekî tir ke lew şareda bûn. teşebbusim pê kirdin û zor pařamewe. řefîqekem destî kird be çeqekirdin legełyanda û ewey lazim bû kirdî. nîhayet ’efûyan kirdim.

emca hênamyan şayetmanyan pê hawirdim û dînyan pê taze kirdimewe.

***