12- cêgořkêy cênêwî pêwenûsaw (agglutination)

From the Book:
Zimanî Yekgrtûy Kurdî
By:
Jamal Nebez (1933-2018)
 3 minutes  83 views
le şêwey kirmancîy nêweřastida; hêndê car ke řiste (cimilةArabic)yek le nêwêk û dû cênêwî pêwenûsaw (zimîran mitsilanArabic)da biřêjrê, cênêwî be nêwewe nûsaweke legeł ew cênêwey be karekewe nûsawe, cêy yek degirin û beme le barî řêzmanewe; serlêşêwanêkî yekcar zor peyda deken; be tabetî bo ew kurdaney be kirmancîy nêweřast nadûn û herweha bo ew bêgananey ke taze fêrî kurdî debin. wa le xwarewe çend nimûneyek pêşan dedem.
  1. «paret bo nardim.»
  2. «parem bo nardît.»
řistey «paret bo nardim» eger bêtû pêşanî bêganeyekî bideyt ke taze fêrî zimanî kurdî debê, ya pêşanî kurdêkî bideyt ke şêwey kirmancîy nêweřast nezanê, manay řisteke bem core lêk dedatewe: «min parem bo to nard». çunke «paret» be tenya; manay «parey to»ye û «nardim» be tenya; manay «min nardim»e.
 
herweha řistey duwemîş «parem bo nardît» wa lêk dedatewe: «to paret bo min nard». çunke «parem» be tenya; manay «parey min»e û «nardît» be tenya; karêke nêzîke le karî «nardit»ewe ke bo kesî duwemî tak (alşixis alimxatib alimfirdArabic) be kar dê.
 
em cêgořkêye le zimanda pêy degutrê agglutination. be bîruřay hêndê lewaney ke le zimanî kurdî kołîwnetewe; zimanî kurdî le jêr tawî zimanî turkîda tûşî em cêgořkêye buwe. bo emeş hîç bełgeyekyan be destewe nîye.
 
be bîruřay min wa başe lecyatî řistey yekem «paret bo nardim» bigutrê «paret nard bom» ya «paret bom nard». herweha lecyatî řistey duwem «parem bo nardît» bigutrê «parem nard bot» ya «parem bot nard» ke herdûkyan le qise kirdinda be kar debrên. emca wêney «paret bo nardim»; be carê û be taybetî le nûsînda; bixrête pişt gwê.
 
wa le xwarewe çend wêneyekî dî lem babete be nimûne pêşan dedem:
  • lecyatî «bom nûsît» bigutrê «nûsîm bot» ya «botim nûsî».
  • lecyatî «lêm sendît» bigutrê «lêtim send»
  • û lecyatî «lêt sendim» bigutrê «lêmit send»
  • û lecyatî «em basem legeł kirdinewe» bigutrê «em basem kirdewe legełyan»
  • û lecyatî «dirêxît bo nakem» bigutrê «dirêxî nakem bot»
  • û lecyatî «qiseyan bo bike» bigutrê «qise bike boyan».