11- paşkoy dox (aliḧqة alḧalة)

From the Book:
Zimanî Yekgrtûy Kurdî
By:
Jamal Nebez (1933-2018)
 3 minutes  88 views
paşkoy dox ew paşgiranen ke le hêndê doxda denûsênrên be paşkoy nêwekanewe. em paşgirane be zorî «y î» û «ê ê»n. bo wêne: le hêndê zaraway kurdîda; tîpî «y î» debête paşgirî nêw le doxî karayîda (miliḧq lilasim fî ḧalة alirfi’Arabic) û bewe debête amřazî nasînewe (edaة alti’rîfArabic). bo wêne nagutrê «pyaw pyaw dexwa», bełku degutrê «pyaw pyawî dexwa».
 
herweha le hêndê zarawada û le doxî xistine pał (ḧalة alazafةArabic)da, «mizaf îlîhArabic» degořê. bo wêne le hêndê zarawada nagutrê «řîşî pyaw» ya «pirçî jin»; bełku degutrê «řîşî pyawî» û «pirçî jinê». wata eger «mizaf îlîhArabic» nêr bû, ewa «y î»y dexrête pał û eger mê bû, ewa «ê ê»y dexrête pał. le hêndê zaraway dîda; le herdû barekeda, «mizaf îlîhArabic» tîpî «y î»y dexrête pał. wek «aşî hebas» debête «aşî hebasî» û «kuřî pîroz» debête «kuřî pîrozî». le hêndê zaraway dîda eger «mizafArabic» be tîpêkî bê deng kotayî hatbû; ewa «y î» dexrête pał «mizaf îlîhArabic». xo eger «mizafArabic» be tîpêkî dengidar kotayî hatbû, ewa «ê ê» dexrête pał «mizaf îlîhArabic». bo wêne nagutrê «şîrî meř», bełku degutrê «şîrî meřî». herweha nagutrê «bay payîz», bełku degutrê «bay payîzê».
 
ewey şayanî base eweye le kirmancîy jûrûşda, hêndêk paşkoy lem babete hen. bo wêne: dełêyt: «çiluçar zebeşî bide min» (wata: çiluçar şûtî bide min), bełam dełêyt: «çiluçar sêvê bide min» (wata: çiluçwar sêw bide min). çunke zebeş (şûtî) nêre û sêv (sêw) mêye.
 
zor leser qise neřoyn! em core paşkoyane le hemû şêwe û zarawakanî zimanî kurdîda hen, bełam be zorî le zimanî edebî emřomanda be kar nahênrên; çunke zaraway sileymanî-erdełan ke binçîney şêwe edebîyekemanin, her le konewe destyan lem paşkoyane ber dawe. emeş şitêkî zor başe û xoşbextîyeke bo zimane edebîyekeman. çunke ewey řastî bê, em paşkoyane; beşêkî zoryan le serlêşêwandin û zeḧmetkirdinî zimanekeman bew lawe hîç core dewrêkî dî nanwênê. leber ewe xistine pişt gwêyan zor be pêwîst dezanim, egerçî lêkołînewe û tawtûkirdinyan, le barey mêjûyîyewe, sûd be zanistî zimanewanîy kurdî degeyenin. boye le namîlkeyekî dîda nextêk be dûr û dirêjî lêyan dedûm.