7- paşgirî nêwî kara «wu û, y î»y karêkî tênepeř û têpeř
From the Book:
Zimanî Yekgrtûy Kurdî
By:
Jamal Nebez (1933-2018)
2 minutes
70 views
kirmancîy nêweřast bo dirustkirdnî nêwî karay karî têpeř û tênepeř; gelê řêy heye. yekêk lewane eweye «n»y çawgey kareke la deba û lecyatî ewe, tîpî dengidarî dirêjî «wu û» dekate paşkoy (paşgirî).
bo wêne: «mirdin-mirdû», «xwardin-xwardû», «hatin-hatû», «têgeştin-têgeyştû».
xo eger kareke be «în-» kotayî hatbû, wek «fiřîn» û «dizîn», ewa paşgirî «în-» la debrê û lecyatî wî paşgirî «îw-»y pêwe denûsênrê. bo wêne «fiřîw», «dizîw».
bełam le kirmancîy jûrûda û hêndê le zarawakanî kirmancîy nêweřastida (wek zaraway koye û hewlêr) em tîpe dengidare «wu û-» debête tîpî dengidarî «y î-» wata: «mirdin-mirdî mirdî», «xwardin-xwardî xuwardî», «têgeyştin - têgeyştî têgeyiştî».
ca bo ewey paşgirî «y î-» le nêwî karada (present participle) legeł paşgirî «y î-» le nêwî řûtda (abstract noun), wek «jîrî» û «xwêndewarî» û... hitid, legeł yek têkeł nebin, wata bo ewey wuşey «têgeyştî» (museqefArabic) ke le kirmancîy nêweřastida «têgeyştû»e legeł wuşey «jîrî» (alu’îArabic), le barî řêzmanewe; be yek core dařiştin nezanrên, dyare wa baştire ke paşgirî nêwî berkar û paşgirî nêwî řût, herdûkyan «y î-» nebin û le yek cyawaz bin. boye paşgirî nêwî berkar, eger her be «wu û-» bê baştire.