6- bekarhênanî tîpî pêwendîy «bo» (Preposition: bo)
From the Book:
Zimanî Yekgrtûy Kurdî
By:
Jamal Nebez (1933-2018)
1 minutes
91 views
le kirmancîy nêweřastida; tîpî pêwendîy «bo» dekewête paş hemû karêkewe ke le doxî pêwendî (ḧalة alcirArabic)da bê. bo wêne: «azad çû bo berlîn», «azad hat bo berlîn».
bełam le kirmancîy jûrûda; em «bo»ye naxrête duway karekewe. bo wêne: «azad çû berlîn», «azad hat berlîn».
pêwîst be leser řoyştin naka —ke lebarî řêzmanewe wa řastitre ke em «bo»ye lem bareda bimênêtewe weku le beşî zorî zimane hîndocermenîyekanda (betaybetî îngilîzî û ełmanî)da mawetewe.