hatnî şêroye bo lay şîrîn leser gořî ferhad û xusrew
From the Book:
Şîrîn û Ferhad
By:
Kamali (1886-1974)
3 minutes
20 views
le nakaw betaw şêroyey bêdîn
be peroşewe hate lay şîrîn
gutî ey nazdar şoxî bê hemta
heta ser bo kes namênê dunya
kwanê silêman kwanê eskender
kwa newşîrewan ’adłî serwer
kwanê keyxusrew, kwanê keyqubad
kwanê şahanî saḧîb ’edił û dad
kwa efrasyab, kwanê nerîman
kwa îsfendyar řostemî destan
kwanê fireydûn saḧîb sipa û san
kwanê zeḧak û samî nerîman
kwanê ’aşiqan dił piř ẍem û derd
çî lêhat mecnûn herdegêłî herd
kwa şêxî sen’an ke zinarî best
le ’eşqî yarî bû be bitperest
řastî ełêm pêt şîrînî şewbo
xusrew min kuştim leber ’eşqî to
umêdim waye şîrîn min le lat
diłşadim bikey be wesłî bałat
be řoj û be şew bê xurd û xawim
le ’eşqî řûy to ciger sûtawim
dexîl û aman řeḧmê bike pêm
ger řeḧimit nebê gyane esûtêm
şîrin be ḧîle zû hate guftar
gutî be şêro padşay salar
eweł ’aşiqî bałay ferhad bûm
le paşan be wesił xusrew min şad bûm
wa le paş xusrew to bûy be yarim
to bûy be muns diłî zamarim
sê şertim legeł to kird min ewsa
yekêkyan ewa zû becêt hêna
dû şertim mawe to bîgre gwê
cêga û minziłî xusrewt newê
qesir û qełatî xusrew wêran ke
zû qesrêkî tir le nwê bunyan ke
hemû xezêney şay kemerlałan
be îḧsan û xêr bîde be małan
ew wexte zułfî řeş wekû ’enber
leser serî to eykem be sêber
çawim eřêjim be surmey koy tûr
edrewşêmewe wek mangî piř nûr
be biro û birjang wek tîr û kewan
epêkim diłî xanan û şahan
tacî cewahêr enême ser ser
eşkênim şewqî xurşîdî xawer
lîbasî şahî bûkênî xusrew
leber ekem bot şazadey nîkřew
baş řa’ebwêrîn be keyf û xoşî
bê tirsî eẍyar be bade noşî
bełam min tikam waye le lay to
hetakû çil řoj sebir ke şêro
ta çil řoj ebê te’ezyebar bim
leber te’ney xełq mat û ẍembar bim
şêroye hemûy qibûł kird hełsa
řoyşte ser text, tacî leserna
telarî şahî hemû wêran kird
wezîrekanî gişt sergerdan kird
biřî çwarpelî şewdêzî şîrîn
’alemê hemû boy bûn dił ẍemgîn
zubanî barbud be ełmas biřî
destî nekîsay le bêxa biřî
kursî ełmas û marî zeřinşan
nardî xistyane deryay bê saman
genc û xezêney hemû derhêna
bexşî be lat û feqîr û geda
be genc û gewher şad bo nakesan
wezîr û gewre pak bûn sergerdan