basî nardinî îbin selam bo xwazbênî leyla
From the Book:
Leylî û Mecnûn
By:
Kamali (1886-1974)
3 minutes
22 views
ke muwefeq bûn leşkirî newfil
leylî cebîn guł gelê bû xoşdił
witî sed şikur qeys tali’dare
nobey xoşîye pêk dê em kare
bełam ke bawkî geřayewe dwa
witî sułḧiman kird xefetman nema
leyl nahumêd bû le wesłî mecnûn
berbuwe giryan ’aciz û meḧzûn
egrya daym leyl be penhanî
le diłya nema hîç şadmanî
le gewre gewre û nawdaran emca
zor kes nardî bo xwazbênî leyla
îbin selamîş xeberî bîst zû
we’de û şertekey wextê tewaw bû
legeł xezêne û şekir be xerwar
êstir û esp û mayn be qetar
çend wiştirîşî bar kird le kutał
le ferşî cwan û le esbabî mał
legeł çend hezar meř û biznî çak
esp û mayînî keḧêley çalak
day be pyawêkî ’aqił û dana
řayî bû birdî bo bawkî leyla
geyye lay bawkî leyla destubird
be ḧurmetewe zor cwan ’erzî kird
witî em pyawe zor biłind nawe
le her babetê seyrkey tewawe
şaswarêke gewre û şêr peyker
gewrey ’erebe û serkirdey leşker
saḧêb xezêne û gencîne û gewher
kes nîye leylay bwê lew çaktir
řazî bû bawkî leyl kirdî îqrar
werîgirt xezne û kutał û qetar
nardyan zawa hat legeł kesukar
barî şekiryan hełřişit be xerwar
şekirawyan xward û kar kira tewaw
wextê emey bîst leylay meste çaw
wek marangezte berbuwe pêç dan
destî kird be şîn nałe wu giryan
le paş yek dû řoj kejaweyan best
swaryan kird leylay şoxî dîde mest
wextê geyştine wiłatî zawa
birdyane perdey bukênî leyla
zawa zû leser textî xoy dayna
heta dû sê řoj neçû be laya
witî hîlake ba nebê diłgîr
îsraḧet bika yarî bê nezîr
le paş dû sê řoj ca îbin selam
çû bo lay leylay şoxî guł endam
destêkî bo bird be wesłî biga
leyl zilleyekî wa be tund lêda
zawa bê hoş bû kewte ser zemîn
leyl witî bexway cîhan aferîn
be wesiłim nagey ta mawî esła
wazim lê bêne xot meke řiswa
ke îbnuselam emey bîst le leyl
zanî le ’eşqî qeyse derûn keyl
lêy zwîr nebû diłî neřencan
leylî xoş ewîst be dił û be gyan
witî hîç meke ’eciz û nasazî
her be temaşa lêt ebim řazî
ḧeramzade nîm ẍeyrî temaşa
ger meqsûdim bê lêm bike ḧaşa