řoyştinî mecnûn legeł pîrêjin bo xêłî leylî

From the Book:
Leylî û Mecnûn
By:
Kamali (1886-1974)
 2 minutes  21 views
beyanî mecnûn be nałe û giryan
řoyşit berew řûy xêłî leyla gyan
pîrêjnêkî dî le dûr bû peyda
pyawêkî şêtî ewa legełda
petî xistote mil û gerdinî
pyawe xoşḧałe be pet kirdinî
mecnûn çû witî pîrêjin tuxwa
boç petit kirdiwe to em pyawe wa
gunahî çîye boçî wa bende
boç wa esîrî daw û kemende
pîrêjin witî qezat lêm kewê
gunah bar nîye ger řastit ewê
min û em pyawe gelê feqîrîn
leber muḧtacî yekcar zwîrîn
eme hawsême bêwejnim min
hênde muḧtacîn řazîn be mirdin
petim kirduwe be wêney esîr
egeřêyn her dû bêçare û feqîr
hetakû xełqî be xêrî xoyan
le řêy xudada pêman den îḧsan
mecnûn emey bîst witî dayey pîr
tu ḧeqî xuday pakî bê nezîr
lêy bikerewe tenaf û zincîr
bîxe milî min her wekû esîr
bimgêře be naw kuçey şaranda
be ’îbretim ke be bazařanda
hełîgre bo xot herçîm des kewê
namewê le to min şêwî şewê
pîrêjin emey ke bîst bê te’xîr
kirdîyewe le pîr tenaf û zincîr
gerdin û destî mecnûnî bend kird
le cêy pyaweke ewî pêwend kird
be her dergayek eçû azane
her leyl leylî bû wekû dêwane
xulase geyne ber małî leyla
berbiwe şîwen û girye û waweyla
eyut dest û pêm wa kirawe bend
be cezay ’eşqit řazîm û xursend
sa be tîẍî tîj ey aramî gyan
wekû îsma’îl zû bimke qurban
le berpêy toda lam xoşe mirdin
newek be bê to xoş řabwardin
emey wit bend û tenafî biřî
le des pîrêjin wek teyr derpeřî
řay kird bo necd be şîn û giryan
be hawar hawar be zarî û efẍan
dayk û bawkîşî le xizim û le xwêş
çûn dozyanewe mecnûnî diłřêş
seyryan kird hoşî nemawe esła
nahumêd bûn û geřanewe dwa