basî hatnî newfil û çawpêkewtinî be mecnûn
From the Book:
Leylî û Mecnûn
By:
Kamali (1886-1974)
7 minutes
19 views
le pyawçakanî ew wextey dunya
lew dewre pyawê hebû zor aza
nawî newfil bû be zerbî şimşêr
eykuşt piłing û bebir û neřeşêr
xawen dewłet û mułk û celal bû
’aqił û dana û saḧêb kemał bû
řojê bo şikar řoyşte seḧra
le řêga[da] dî mecnûnî şeyda
řût û qût leser zemîn kewtuwe
weḧşî û diřende dewryan girtuwe
goranî ełê be dengêkî xoş
her kesê eybîst zû ebû bê hoş
pirsî le pyawêk ke em hejare
boç řût û qûte wa bê qerare
witî le ’eşqî leyl em feqîre
bem new’e şêt û mat û zwîre
be xêrî xoyan xełq lem la û lew la
çêşt û şerabî bo dênin ewsa
be zor eydenê luqmeyê kebab
legeł pelê nan ya qumê şerab
ke eyxiwat ełê le çawî leyla
daym kewtuwe le deşt û seḧra
newfel emey bîst se’atê bû mat
girya bezewî be eḧwałya hat
witî wa çake min negirim aram
ta bigeyenim mecnûn be meram
newfil dabezî danîşt lay mecnûn
be qisey xoş û be ḧîle û efsûn
hênaye qise mecnûnî bêdił
berbuwe giftugo ca legeł newfil
newfil witî pêy mecnûnî hejar
hîç xefet mexo be xway kirdigar
serf ekem mał û mułk û zîw û zer
duř û yaqût û mercan û gewher
emîn be ebê bot bênim leyla
îtir ẍem mexo tu bîtu xuda
be genc û mał û be zorî bazû
legeł to eykem be hawterazû
mecnûn emey bîst be diłî piř derd
sucdey şukiraney zû ber newfil bird
witî min şêt û ’ewdałim bexwa
şû be min naka hîç wextê leyla
cwabî dayewe newfilî dana
witî be mecnûn be ḧeqî xuda
ḧeram bê le min xurd û xew heta
to egeyenim be wesłî leyla
bełam tikaye nextê ḧezer ke
em bê ’eqłîye le serit der ke
xot wa şêt meke le ’eşqî dulber
çen řojî hoşt ba bêtewe ser
şerte herçon bê leylit bo bênim
ger pułabend bê botî bişkênim
her ke emey bîst mecnûnî diłrêş
be qisey newfil sebrî girte pêş
legeł newfilda çû be diłxoşî
řoyşte ḧemam lîbasî poşî
bû be kuřêkî zor şox û dulber
çen şî’rêkî wit le ’eşqî leber
çend řojî xwardî te’am û kebab
legeł mîwey xoş, şerabî nayab
dûbare řiştî sewzey xet û xał
řenge zerdekey wergeřa be ał
be ’eqił û hoş û sebir û giranî
bû be sergewre, cem’î me’anî
newfil bebê ew ney’egirt aram
xizmetî zorî kird be îḧtîram
heta dû sê mang be keyf û xoşî
wextyan řabuward be badenoşî
newfil û mecnûn řojê dûbedû
qiseyan ekird zor be arezû
mecnûn le daẍ û derdî zemane
çen şî’rêkî wit be ’aşiqane
witî bê xeber le ah û derdim
bê wefa û bê şerit ewa min mirdim
ta êste hezar we’det be min da
be hîç we’dêkit xo netkird wefa
be zibanî xoş minit tefre da
ta hatme serřê keçî lewela
sebirim le dest çû ’eqiłim barî best
wiryabe karim der’eçê le dest
we’dey merdane to be min edey
keçî le paşan boç xîlaf ekey
qewl û we’deyêk pêy nekirê wefa
be pyawî wek toy nabînim řewa
ger leylî be min negeyênî to
min wa emirim û toş bo xot biřo
em te’neyey bîst newfilî serwer
mwî leşî tîj bû her wekû neşter
hełsa le cêy xoy zû zirêy poşî
şimşêrî hełgirt bo şertî koşî
swarî kird sêsed pyawî zor nawdar
hemû pałewan merdî azay kar
qasîdî zor nard bo lay bawkî leyl
witî leşkirim coş eda wek seyl
ya leyla bênin bo lam her êsta
ya xo ḧazir bin bo ceng û de’wa
bawkî leyl witî biłê be newfil
leylî aramî řûḧ û gyan û dił
leyl mange hîç kes natwanê ke wa
ẍeyrî temaşay, dest bo mang biba
bew xebere qet nabîn xatir teng
hemû ḧazrîn bo şeř û bo ceng
newfil emey bîst wekû neřeşêr
legeł supakey be tîr û şimşêr
berbûne ceng û qîtal û de’wa
zor ser be serî nêzewe kira
ne’retey kuřey espanî çalak
keřî kird gwêçkey estêrey eflak
swaranî cengî espyan taw’eda
mecnûn bo sułḧyan her eyxiwênd du’a
ger mecnûn tîẍî pê bwaye be kuł
ecengî legeł leşkirî newfil
ger desełatî bibwaye mecnûn
eykird leşkirî newfil seringûn
pyawêk lêy pirsî witî ey mecnûn
řastîm pê biłê to zatî bêçûn
boçî bo duşmin to du’a ekey
xot le qewm û xwêş tewela ekey
ger desełatit bwaye be teqdîr
dostanit ekuşt be şimşêr û tîr
cwabî dayewe mecnûnî dana
be lefzêkî xoş witî ey bira
duşmin dostim bê min îtir qurban
bo çîme tîr û şimşêr û kewan
’aşiq natirsê hîç wextê le gyan
her yarî ewê le her dû cîhan
çunke leşkirî ’amrî zor bû
newfil be sułḧ kirdin mecbûr bû
pyawî nard witî min nakem de’wa
genc û xezênem ekem be fîda
gera êwe be min şekir nafroşin
sirkeyş meden pêm wa tê mekoşin
xulase sułḧyan zû qibuł kira
destyan kota kird le şeř û de’wa
mecnûn emey dî çuwe ser newfil
witî tuxuda to nabî xecił
boç minit xiste nawî gêjî beła
leberçî netkird be we’de wefa
eme bû qurban ling dan û tawit
leşkir nardin û kemend û dawit
gerçî keremit biłinde nawî
bełam le ’ehda zor natewawî
newfil hate cwab be lefzî şîrîn
witî ey micnun hejarî miskîn
leşkirman kem bû hî ewan zor bû
sułḧ kirdinman gelêk zerûr bû
egeřêmewe zû bi penhanî
leşkir ehênim ca be asanî
le qebîlekan supa edem san
leylî esênim bot be zor qurban
newfil zû nardî bo şeř û de’wa
le medînewe hetakû beẍda
leşkirî zorî bo hat hemîsan
sefyan best wek kêw le cergey meydan
leşkir têk řijan be tîr û şimşêr
hezaran kujran kewtin serewjêr
şimşêrî kêşa newfil destubird
bo ser leşkirî ewan ḧemley kird
leşkirî newfil talî’yan yar bû
şikandyan supay bawkî leylî zû
serkirdew gewrey ’amrî emca
hatne xizmetî newfilî dana
’erzyan kird qurban bese gîrudar
to bimanbexşe be xuday kirdigar
ger bişman kujî wa hatwîn êsta
ya esîrman ke bimande siza
maçyan kird dest û dawênî newfil
ewîş bexşînî be arezûy dił
bawkî leylî hat ’aciz û ẍemnak
îḧtiramî kird serî xiste xak
’erzî kird witî newfilî serdar
pîr û ’aczim diłişkaw ẍembar
eger binêrî leylî bihênin
le pêş çawî min řîşey derbênin
yaxo bîbexşî be xizmetkarê
ya be pyawêkî lat û hejarê
îta’em heye emirit dênme cê
bełam pêm biłê çon xwa heł’egrê
leylay nazdarî şoxî meh cebîn
bidem be mecnûn şêt û bê temkîn
daym le kêw û le deşt û seḧra
egeřê legeł weḧşî bê perwa
mecnûn hîç ’eqił û hoşî nemawe
êmeyş zor xirab nawman ziřawe
eger waz bênî lem kare be xwa
le her dû dinya zor xêrit ega
ger waz nehênî be xway kirdigar
mecbûrim ekujim min leylay nazdar
serî bibiřim û laşey seg bîxwa
çaktire lewey ke bibîn řiswa
newfil emey bîst le bawkî leyla
fikirî kirdewe se’atê dama
bezewî pya hat ’efûy kird derḧał
witî ey şêxî piř ’eqił û kemał
qisey to řaste wa dest berdarbûm
be bê cê gelê ke min gunahbar bûm
serkirdekanî leşkirî newfil
ewanîş wityan ey gewrey ’aqił
şêt û bê ’eqłe mecnûnî damaw
leylay des kewê zû eyka bednaw
bo ew ême bwîn be nîşaney tîr
keçî le ême ekujê be şimşîr
xulase newfil zû legeł supa
destî hełgirt û geřayewe dwa