basî xwazbênî kirdinî leylî bo îbin selam

From the Book:
Leylî û Mecnûn
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  17 views
ew řoje leylî ke bo naw baẍ çû
tesaduf le řê pyawê tûşî bû
gewrey ’ereb bû ’alî meqam bû
nawî şerîfî îbnuselam bû
xawen mał û mułk supa û leşkir bû
saḧêb xezêne û genc û gewher bû
tîrî birjangî leyl lêy kird eser
mat û ẍembar bû zwîr û mukeder
ke geřayewe bo pirs û tedbîr
zû koy kirdewe çend pyawêkî pîr
beyanî ’eşqî xwî bo kirdin ca
hemû be carê wayan qerar da
genc û mał berin bo bawkî leyla
hey’etêk biçê xwazbênî bika
zû kobûnewe çen pyawêkî çak
meř û wiştir û espî zor çalak
legeł qetarî mał û zîw û zeř
baryan kird řoyn bo xêłî dulber
ke geyştine cê emca be î’zaz
pêşwazyan kird be ’îziz û be naz
lay bawik û daykî leylî xoş xeram
xwazbênyan kird bo îbin selam
bawkî leyl witî min řazîm emma
eme beynêke nexoşe leyla
ba çak bêtewe we’de bê ewsa
min etandemê derse’at leyla
îbnuselamîş beme bû diłxoş
hatewe serî sebir û ’eqił û hoş