badey xem

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 2 minutes  617 views
nazanim bo lenakawa car car temê, temêkî řeş
lew dîw asoy derûnewe dê diłim egrête baweş
ke ew teme serheł eda, diłim wekû sawa egrî
leqaqay pêkenîna bê, wek payîz letawa egrî
destim enême ber ejnoy xefet û doş da’emênim
yan herkesê xemî labê eçim hemûy lê esênim
matemînî bizey lêwî hîway geşim etasênê
wek heło, melî hêmnî baxî xoşîm etarênê
şepolî xem gêjim eda lederyayekî bê bina
hergerdelûlewheł eka le dinyay derûnî mina
ewserdemey ke em temî xeme yexey diłim egrê
herçî geşey pê ebexşê win ebê, namênê, emrê
řojî řûnak awa ebê, ebête yek tarîke şew
egerçî çaw tînûy xewe, keçî leçaw bêzare xew
her kebadey ew xeme noş eka derûnim, pest ebim
dem û dest gêj û wiř ebim, bê noşî bade mest ebim
ey temî řeş! ey badey xem! nazanim bo, nazanim bo
wa dam egrî dê yit û eçî nagem leto, nagem le to?
serdemêkî baş win ebî, derûnim tasey to eka
car car gułî behare kem yadî henasey to eka