kotayî
From the Book:
Nûsînî Kurdî be Latînî
By:
Jamal Nebez (1933-2018)
2 minutes
108 views
xwêndewarî xoşewîst:
pişt be xwa û lepaş mandûbûnêkî zor twanîm em namîlkeyeş pêşkeş be hawzimane xoşewîstekanim bikem. sereřay ewey hendêk lewaney ke kurdayetîyan kirduwe be hoyek bo bazirganî pêwekirdin û le mîrî nizîk kewtinewe, wata lewaney ke «bêkes»y řeḧmetî nawî lê nabûn «birsîy kursî», letaw xoperistî û le tirsî parastinî deskewtî pîsyan be hemû hêzêkyanewe berengarî derçûnî em kitêbolkeye bûn û çîyan le wizeda bû bo berhełstikirdnî dirêxyan nefermû. bełam her çendyan kird û koşa be amancî xoyan negeyştin û gomanîşim nîye heta hen pêy nagen çunke ew deme řoy ke netewey kurd be qisey zil û pifhełdiřawî ewan kesane bixłetê ke mastaw bo dujminekanman sard ekenewe.
eme le layekewe, le layekî tirewe ew tîpaney ke lêreda bekarhênanyan pêwîst bû le hîç çapxaneyekî beẍdada dest nekewtin leber ewe be naçarî le çapxaney «me’arf» le çapim da û erkî tewawkirdin û řastkirdnewey çewtîyekanim xiste serşanî xom be corêk kitêb be kitêb girtim be destewe û le serewe ta xwarewe hełekanîm çak kird. hîwadarim ke bira kurdekanim çaw le natewawî û kemukurtîy çapekey epoşin û lêman ebûrin. îtir pena be xwa û be hêzî řapeřîwî netewey kurd.
«tewaw bû»