basî leşkirbirdinî zorab bo ser êran

From the Book:
Rostem û Zorab
By:
Kamali (1886-1974)
 3 minutes  101 views
zorabî dana şêrî hunerwer
zirê û xuftanî der ḧał kirde ber
legeł çwar ayîn xude û taskiław
hełî girt esbab û tîẍî mîsrî saw
birayekî bû temîney bê’eyb
zubanî lał bû le karxaney ẍeyb
temîne witî bira gyan aman
dexîl sed dexîl destim be daman
legeł zoraba biço bo êran
bo ceng û cîdal le ’ersey meydan
eger řostem û zorab le meydan
kewtine şeřewe yeqîn bira gyan
řostem lem kuřey nazanê xeber
mebada bîkujê le meydanî şeř
eger fayeq bê řostemî destan
zorabî nazdar ekujê le meydan
lazme agadar bî birader
zorab le řostem nebînê zerer
emey wit leşkir řoyşit bo êran
bo şeř û de’wa û cengî dilêran
geyştine derya keştî kewte aw
xeberyan zû bird bo efrasyaw
ke zorab nawê wa bebê direng
hatuwe bo êran bo şeř û bo ceng
hêşta mindałe nadîdesałe
meylî be şeř û gurz û gopałe
eger legeł řostem bibin aşkar
řûy hemû dinya eken yextesar
wextê emey bîst padşay turan
emrî kird der ḧał ḧazir bû human
witî be gencûr xezne û małî zor
legeł esleḧey ceng û şeř û şor
legeł çend espî xasey şahane
bo zorab bibe le cibexane
ezanim human her xot ezanî
legeł dilêran merdanî gyanî
karê bike to be ’eqił û tedbîr
řostem zelîl kat be peykanî tîr
bełkû zû řostem bika ew fena
necat bîn le dest řostemî gumřa
dexîl û eman zinîhar sed zînhar
řostem le zorab nebê agadar
bełkû xwa bika řostem bê ẍemnak
be destî kuřî xoy bibê helak
human zû hełsa le xidmetî şa
kewte karsazî leşkir û supa
herçî şah witî hênaye encam
leşkir ḧazir bû tekmîl û temam
supa řayî bû řûy kirde seḧra
řoyîştin heta geyştine derya
katê nizîk bûn supa dyarî da
’erzyan kird wityan: şêrî bê hawta
wa hat le řêwe supay bê saman
nazanîn hînî turke ya êran
emrî kird witî: bizanin xeber
le kwêwe hatuwe supah û leşkir
ke le pêşewe, peyda bû human
be ’eqił û tedbîr gewher şinasan
dabezîn supa le zîn be yekcar
hatne xizmetî zorabî nawdar
xełatî şahî û daney diłpesend
dayane xizmet şêrî ercumend
witî pałewan! şêrî berzeca!
êmey narduwe efrasyab şa
ke le xizmetta bo hemû xeber
wekû xizmetkar bibestîn kemer
xêłî keyanî gelê fêłbazin
leser řûy zemîn bo ḧîle şazin
ême şarezay řêgay êranîn
agadarî ḧał gişt dilêranîn
me’lûme řostem ke be destî to
zor be asanî ebê řenceřo
dilêranî tir wicûdyan çîye
le meydanî to hîç ḧedyan nîye
eger be ême řuxset dey qurban
êran û tûran zû ekeyn wêran
xulase supay turkan bê direng
řayî bûn le řê bo şeř û bo ceng
sê řoj û sê şew řoyîn be yelẍar
heta geyştine lay sipî ḧesar
le paş îsraḧet xwardinî te’am
hełsawe emca zorabî piř fam
hecîr naw kuřî guderz nawê bû
leser qełake daym ḧeres bû
leser firmanî guderzî keşwad
lew qełayeda danîştibû şad