felsefey jyan

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 4 minutes  2538 views
herçen temaşay şanoy jîn ekem
çawî têbînî be dûrbîn ekem
temê matemî diłim da’egrê
car careş tasey pêkenîn ekem
***
serincim eřwa wird wird berew jûr
qonax be qonax, bo nizîk û dûr
berew serçawey mełbendî jyan
deryay bê bin û bê pey û sinûr
***
lêwî teř nabê serincî tînûm
tasey naşkê tase û arezûm
nagate lûtkey nehênî jyan
melî tîj řewî xeyałî berbûm
***
bełam ew şitey le lay min řûne
lem keyn û beynî bûn û nebûne
řêy naçarîye jyan û mirdin
lepaş derkewtin encam win bûne
***
naçar dêmewe lew dûre geştem
bo naw komełî em ser zemîne
bo seyrî şanoy seyrî em jîne
wêłe bo manay jîn em hełbestem!
***
hendêk pêm ełên, lew ser şanoye!
jyan firmêsk û şîn û řoye
henasey sard û na’umêdîye
hemû diłêkî tya řenceřoye
***
hendêkîş ełên jyan: xebate
řêy pêşkewtinî gel û wiłate
perwane perway sutanî nîye
berew řûnakî gyanî xełate
***
hendêkîş ełên jîn: nesrewtine
řenc û teqela û areq řiştine
«dest mandû nebê sikîş têr nabê»
be parûy ḧełał jîn deskewtine
***
hendêkîş ełên jyan: zanîne
xew lê ziřan û mêşk gûşîne
wek mom çon be şew kiz kiz esûtê
mebestî berzî tîşk bexşîne
***
hendêkîş ełên jîn: şeř kirdine
bo tołe sendin hêrş birdine
beşer her be şeř etwanê bijî
jyan be aştî manay mirdine
***
hendêkîş ełên jîn: diłdarîye
le řêgey diła fîdakarîye
pepûle şade bigate gułî
neygatê ewa derdî karîye
***
hendêkîş ełên gwaye em jîne
be dił mest bûn û lexo gořîne
biřo serxoş be û bijî be xeyał
bayexî jyan xonenasîne
***
hendêkîş ełên jîn bayî bûne
pyawî bê hewa, zar û zebûne
her kesê mestî badey wa nebê
hezar sał bijî lecêy nebûne
***
hendêkîş ełên: jîn pêkenîne
seyr û seyran û bezmî becoşe
hełpeřkê û çepłey germ û betîne
beste û goranî û awazî xoşe
***
hendêkîş ełên: jîn sermayeye
řêgey nawbang û berzîy payeye
diraw be biřway pareperistan
gułî sersingî em dinyaye
***
hendêkîş ełên: jîn xwên mijîne
řencî em û ew bo xo dizîne
her zebir û zeng û fîdakarîye
tenha zeruwe şaystey jîne
***
hendêkîş ełên: jîn serdarîye
keç kirdinî mil hoy naçarîye
milî řê bigre û biřo bo berzî
ya serdarîye, ya ser darîye
***
hendêkîş ełên: jyan xo û bexte
be nawçewane, be řoj û wexte
baz ke hełdira enîşêtewe
bo hatû řêgey sextî latexte
***
hendêkîş ełên: jîn bê hunere
herçî ke heye qeza û qedere
le řojî xoya nûsrawe giştî
lê pirsîneweş řojî meḧşer
***
hendêkîş ełên: jyan ḧeyaye
řewştî berz û şerefî tyaye
’îzzetî nefis û keramet nebê
bo derdî jyan mirdin dewaye
***
hendêkîş ełên: jyan wefaye
sipłey pê nezan pûşî dem baye
nan fiřê bide û be sipłey mede
her wefadare emekî laye
***
hendêkîş ełên: jîn bê barye
her řojey leser petêk yarî ye
bin bar û serbar babê barî bê
pîşey yek řengî tawan barye
***
hendêkîş ełên: jyan řyaye
řistinî teşî bo nan řewaye
merayî bike û çaw binûqêne
jyan le xew û le xwardinaye
***
bem çeşne jyan ke wek deryaye
sedan şepolî way lenawaye
serincî lê dey ebînî ke çend
berdî benirx û bê nirxî tyaye