berdêk

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 1 minutes  620 views
dê be dê û şarewşar ekem
piř bedemim hawar ekem
bedengî zułałî kurdî
basî pyawî bê bar ekem
lew kesey pet bazî eka
bê aga agadar ekem
bo ziřanî nawî bedî
nustû le xew bêdar ekem
bopê şêl bunî kirdewey
bê hoş û goş huşyar ekem
xoy û tenaf û pîşekey
lenawa şermezar ekem
nîskî bê berupşitî wa
tûşî derd û azar ekem
be řoj û şew, be dest û dem
«bê bar» le tanut bar ekem
be tîr û tîẍî serzenişt
naw cergî kolewar ekem
heta îflîc û goc ebê
bem çeşne şî’irim swar ekem
lebatî řawî bałinde,
řawî dupişk û mar ekem
bo ser şikandinî weha
arezûy berd û dar ekem
heta «bê bar» naçar ełê:
le des «bê barî» bar ekem
yek ziman û yek dił heye
xom bo tûşî hezar ekem
pyawî saẍ û merdîş ełê:
derdî bê barî çar ekem
baxî řengînî yek řengî
ledřikî wa bijar ekem