serincêkî serpêyî le hêndê bîruřay çewt
From the Book:
Zimanî Yekgrtûy Kurdî
By:
Jamal Nebez (1933-2018)
6 minutes
174 views
berlewey bas le dirustkirdnî zimanî edebîy kurdî bikem, demewê ewe bixeme berçaw ke hêndê kes hen dełên gwaye ba waz le şêwekanî kurdî bihênîn, her yeke bo xoy pêy binûsrêtewe û pêy bixiwênrêtewe û îtir pêwîst be zimanêkî edebîy yekgirtû naka. em bîre lenêw kurdida bo yekem car ’îsmet şerîf hanye pêşewe. emeş le encamî hestêkî teskutruskî nawçeperistaney wurde borciwazîyanewe seryan kêşaye derewe. ca leber ewey ’îsmet şerîf xoy hîç core şêweyekî kurdî nazanê, hereweha le hîç zanistige û amojgayek tîpêk zimanewanîy nexwênduwe; dyare qisekanî cêy bayex nîn û leserřoyştinî her kat befîřodane. tenya ewe nebê ke biłêm: pêwîste hemû kurdêk ke be teng paşeřojî ziman û netewekeyewe dê; be hemû hêzêkyewe berberekanêy em bîre zirke pûçełe bika ke le xizmetî dujminanî kurd û dagîrkeranî wiłatekey bew lawe, xizmetî hîç core amancêkî dî naka.
hereweha ew řayey duktor kemal fu’adîş be řast nazanim ke dełê «le dû şêwey kirmancîy jûrû û kirmancîy nêweřast (ya kirmancîy řojhełat û kirmancîy řojawa); yekêkyan bikeyne şêwey edebî û waz lewî dîyan bihênîn». ew şêweyey ke dekirête şêwey edebî; be qisey ew, debê eweyan bê (ke fêrbûnî hasan bê û zor şitî pê nûsrabêtewe).
carê eger meseleke meseley giranî û hasanî bê; ewa herdû şêweke lay giranyan têdaye û lay hasanîşyan têdaye. hêndê destûrî řêzman hen; lem la giranin û lew la hasanin û pêçewaneş be pêçewane. xo eger meseleş ewe bê; be kam la zortir nûsrawe, ewe hełbijêrîn; ewa be her dû la şit wek yek nûsrawe. her dû laş nûser û honerî berz û nizmyan têda hełkewtuwe. leber ewe hełbijardinî şêweyekî edebî leser ew binçînaney ew basî kirduwe, bo zimanî kurdî dest nada. çunke emeş le encamda her řêy sepandinî şêweyeke beser xełkîda ke wek basman kird ew řêye bo kurd ser nagrê.
her lêreda be pêwîstî dezanim qiseyekîş lebarey ewanewe bikem ke beramber zimanî edebîy kurdî bîruřayekî nextêk berçawtengane pêşan deden. puxtey emeş eweye: nabê hîç nûsîn û piřogramêkî řadwê be ziraraway badînan ya zarawayekî dî bibê, bêcge le zarway sileymanî ke emřo bo nûsîn ta endazeyek le ’êraqda —ewîş nek le layen hemû kurdêkewe— pêřewî dekirê. bo wêne: kak miḧmemmedî mela kerîm le şwênêkda nûsîbûy, gwaye «paş şořşî çwardey temûz û her le berebeyanî şořşewe, hendê le řoşnibîre nîştimanperewrekanî kurd ke destyan le êsgey kurdîy beẍdada hebû, be nyazêkî pak kewtine hełeyekewe. erkî ew hełeye paşan be giran leser netewey kurd tewaw bû. ew hełeye nûsîn û biławkirdinewe bû be şêwey kirmancîy serû ke nawî lê nirawe (badînanî) ... le çwardey temûzewe êsgey kurdîy beẍda le řastîda buwe be dû êsgey soranî û badînanî... hitid».
herçende pêm waye em «hełe»ye hełey «hendê le řoşnibîre nîştimanperwerekanî kurd» nebû ke «be nyazêkî pak» têy kewtibin, bełku dananî «pirogramî badînanî» le řadwêy beẍda bepêy nexşeyekî syasîy taybetî bû, darudestey qasim be piştîwanîy hêndê kurdî helperist hênayane kayewe û legeł ewşda ke em bîruřayey kak miḧemmed şitêkî taze kûreye û řay ew řojey ewsay nebû ke xoy yekêk bû lewaney le řadwêwe qiseyan dekird û le wêstigeda destyan deřoyşit... hêşta beş be ḧałî xom, ewe be hełe nazanim, pyaw le řadwêda, řojî bo maweyek be zaraway nawçekan qise bikat; be taybetî bo ewaney nexwêndewarin. le wiłate pêşkewtuwekanda; nek tenya le řadwêda, bełku leser şanoş be zaraway nawçeyî qise dekirê û kesîş tirsî ewey lê nenîştuwe bewe zimane edebîyekî le dest biçê. mirovî wit û wirya û têgeyştû û řoşnibîr û betengewehatûş eweye bizanê çon kełk le nexşey małwêrankeraney dujminekanî werdegrê bo xizmetî amancekanî gelekey xoy. bo wêne: eger hatû dujmin be nyazî dûberekî û sê berekî nanewe, ya letupetkirdinî zimaneket; pirogramî be çend zarawayekî nawçeyî sepand beserta, to debê hewł bideyt, bûnî ew zarawane le řadwêda bo biławkirdinewe û xizmetkirdinî zimane edebîyeket be kar bihênît, be taybetî lew nawçaneda ke bew zarawane qise dekirên, nek ewey ew kate hîçit nekirdibêt û paş 15 sał; le bekarhênanî zarawayekî taybetî tirist lê binîşê û ubałekey binêyte milî «řoşnibîrî nîştimanperwer». řoşnibîrî řast nabête kutekî destî dîktator û zordar.