witey newroz

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 7 minutes  119 views
em witare le ahengî newrozî sałî 1947 le koyeLocation, xwêndirawetewe.
 
serweran: řojtan baş, cejnitan pîroz, jyantan xoş.
 
le řêy řewişt û binaẍe bestinî ademîzadewe û damezranî lem deskelaye xakeda, be çend wişeyek gwêgirtintan tikaye. 1- tebyat û eqił û mêjû biřyaryan dawe, ke ademîzad le hemû gyandarêk tewawtir dirust kirawe, hewênêkî yekdigîrî û karebayî ke lewda heye le şitî dîkeda hênde behêz nîye, cige lewe detwanê her şitêkî ke lem kange xakîyeda derbiçê be hemû endazeyek kewî û jêr destî xoy bika çi mirde, çi zînde û, le dewrî here pêşûda řêgay fêrbûn û teqelay her çeşne karêkî pêwîstî bo kêşrawe. legeł eweşda perwerdigarî gewre pê bepê, çerx be çerx, pyawî zana û jîr û xawen řewştî hełbijarduwe ke komełî wext le jyan û xoşî û pîrozgarî dwa nekewn. řoj be řoj zanîn û wiryayî le cûłe cûł û berzî dabû le dû lawe: yekem/ zanist perwerekan, duwem/ karbedestekan. we le řojgarî babe nûḧPerson «kuřezay adem», wekû zanrawe yekemîn hoy le aw řizgarbûn «keştî» dozrayewe, nûḧ legeł çend kesêk ke aza le řêgay jyanperwerîda bûn, swarî keştî bûn. lew lêzmate zileda çend şew û řojêk leser aw sûřanewe, ta xełkekey tirî tya beqiř çûn, ke aw nizim bowe beřêkewt keştî le kêwe biçûkekey «cûdî»y le nîştimanî kurdanda westayewe û gîrî xward, xak û ’erd derkewt, xełkeke dabezîn agiryan kirdewe û germ bûnewe, înca peleyan kird ke hêndê kuxte û hêlane bo danîştinyan damezrênin, wirde wirde pelamarî hemû pêwîstîyekî xoyanda, bere bere aw kem bû, durge derkewt, netewe zor bû, xwarû jûr xełk hełkişa û dakşa, wa ezanim wextîş hewełî behar bû ke pêy dełên newroz.
 
2- ke serma û baye behêzekey ḧewt şew û heşt řojîy, hoz û tîrekey ḧukmidar «’ad»y be qiřda, řewişt û jînperweran řizgar bûn, wext řêgay dan ke agir bikenewe û xoşîy le endam û jînî xoyan bibînin, bêguman eme çaxî newroz bû.
 
3- «serdeşt» ke be nawî «zerdeşt»Person nasrawe pyawêkî zor berz û becê bû, hewełcar řêgîrî le agirperistekan nedekird, heta le řojî newrozda be xoşî diłî wan agirêkî zor gewrey dekirdewe, çunke deyzanî em agire dû qazancî heye:
 
yekem: eweye ke hozeke be hoş bêtewe ke zerdeşt amancêkî tenhayî xoy nîye, beşku deyewê hemûyan pêkewe bijîn û xûy naşîrîn lew naweda lenaw biçê.
 
duwem: deyewîst behoy ew agirewe ke lew řojeda deykatewe, wêneyekî tebyatîy nîşan bida ta bizanin newroz řojêke hemû core gyandar û gyawgoł û kangekanî xakîşî tya dejêtewe, be myaney germî û teřî hemû mîzac û tebyatî lêkweşawe yekdigîr debin û řû le zyadî deken.
 
înca gewrekan, hawnîştimanekan, hawxiwên û gyanekan: lêtan aşkiraye ke newroz şayanî cejne, şayanî kobûneweye, şayanî pêkbestinî hawtebyat û hawřegezane, şayanî řêkxistinî hemû îş û karêke le pêşa bo em gele kurde, înca bo dakşaw û hełkişawekanî durge. bełam legeł ewe ke hewên, twandinewe, meyandin, jyan, berzî, xizmayetî, têkełî, cwayezî, qałbûnewe, xiłit û xoł nîşanî xoman dedeyn lem beheşt û mêrxuzarî newrozeda, daxekem mergêkî giran be çawî xoman debînîn. êwe û xwatan! lew daxe ziltir heye? le řojî jyanewet nefrecay mergit bibînî?! amancim ewe nîye ke êwe be řût û qûtî, birsî û tînûyî, bê çek û bê hêz, nexwênî yektir bimjin, ne begij xełkîşda biçin, çunke «ke zor hat qebałe betałe», «ke kesîş nebû řeceb debête ser pałe». amancim eweye ke îmřo cejnî diłe, cejnî gułe, cejnî tebyate, cejnî ademîzade, cejnî gyandare, cejnî gyawgołe, cejnî xak û kangeye. em řoje bû tebyatî gyandarîy babe’ademî hênaye derewe û, beşî zîndewer pereysend, gijugya le matîyewe řûy le berzî kird, hemû şitêkî tya serbest û azad bû. germî û teřî, hemû core kirdeweyek dexene berkar, pêkewe detwanin dujmin bikene dost, dûr, nizîk bikenewe. sardî û wişkî le sextî zyatir nabexşin. agirî newroz tenha destimayeyêkî dînî nîye, bełku dezgayekî qebey têgeyandine bo «twandinewew meyandin - tiḧlîl û tirkîbPersian» le hemû serçaweyêkî pêwîstida. bełam be hezar ax û dax û mexawe, hoze hejarekey kurd bem hemû řêwşiwên û agirewe, le řê becêma û, le mał derkira û, leserma qesrawe. xełkî, bê mamosta, lexowe hesta, le řê řanewesta, le małewe piştî besta, leber agirî germuguř westa, bûjayewe des bekarewe, be gencî bê jimarewe, ladêy kiřî beşarewe, demî be pirsîyarewe, řoyî be řûyî yarewe, kewte kangey beharewe, ẍerge û tezbîḧ û sawîlkeyî, pîrêjin û nezan hełxełetandin, biste lêdan û minał sûřandin, be qisey pan pan xełk giryandin, emane řîşey cergî pisandin!.
zemanim xirte, zimanim kurte
jîrîş bim, gwêm her le pirte pirte
cejne bira gyan, yaxo gêjene
biře û mendawe, ya qûł, tîjene
meleş nazanim, xinkanim řêke
mirdin carêke, yar her yarêke
gyanleber hemû be kardirustî
biçûkî xoyan hênaye mestî
le newrozî geş, řoj û berxole
çadryan hełda, le řûyî hestî
hemû têgeyîn, mar û mêrûle
her kes řîsî xoy tenîw û řistî
her core gya, řûy kirde berzî
be řengî gułan, mendîlî bestî
beşî darubar, be caḧêł û pîr
mêyey be berhat, nêr, gware gestî
piřoton legeł elîktironî
hemû îşî xoy girtote destî
hewargey pîroz, be xorakî şîn
daye sipî şîr, şîrîn û xestî
duřinde, hemû mil pan û qełew
herçî têhełda, lenakaw xistî
le řûbarekan, serkewtin masî
jarî tê bawe, boç řadewestî?
çend qelender û hejar bû, xełk
to bê dirêşey, bimre be mistî
çend řojî newroz hat û, beserda
le xewî şîrîn, nemdî hełsitî
kar û zanînit, řewişt û řêkît
hemût her deme û, qisey be qestî
be çawlêkerît, řazîm bira gyan
çunke legeł dił, to berhełistî
demaxt wekû badamî pûçeł
xełk baxî toy pêwa be bistî
pişkoPen name kujawe le kûrey xeman
firoşa, lenaw bazařî çustî
baweşên kira, be destî kiřyař
şitî pê coşand, be çil û şestî
twêkłî fiřêda, ta bwe xołemêş
wate, eybînî meydanî sistî
 
her bijî nîştiman, her bijî koye, her bijî qa’îmmeqam, her bijî komełî danîştiwan.