sitayşî yezdan

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  110 views
ey be nawî pakî tom, bo her mirazê îbtîda
ey be ḧemd û şukirî to, her nî’metêkim diłguşa
asmanit kirde qubbey ’alemî cûd û wicûd
agir û aw û hewa û xakit nîşanda, masîwa
sard û germ û, tirş û şîrin, muceb û salîb hemû
îşukarit xiste mewday meqnetîs û kareba
xot ke zana bûy, îradêkî heweł hênaye kar
nîsbet û corî wicûdî giştî eşya, dařja
dînemoy mana, be mêşk û dił, le qazanc û zerer
patrî gyan piř eka dunya le awaz û seda
to hebûy û kes nebû, kirdet hebû, binket ḧudus
ḧîkmetî ’îllet biłêm çî bê beranber to, xuda?
her be emrî «kunْ fekan»Arabic bo qa’îdey xełqit nwand
çend û çonî ewweł û axîr le ’îlimit aşkira
çunke etnasin be ḧeq toy xawenî keşfî wicûd
qet tewaw naken supast, enbya û ewlya
gerçî řacîPen name, lem hemû esrarî toye nabełed
wa leqapî řeḧmetit, kewtote ḧałî ḧelwela