nexoşîy bayî bûn

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 2 minutes  627 views
bira! ba min biçirpênim be gwêy toda be asayî
nebî mestî şerabî pêy ełên: badey lexo bayî
neçêjî tamî badey wa nekey řenicit be badey to
neçîte jêrî ba jîrî nedořênî be xořayî
jyanî řasteqîney to be haşewhûşe pêk naye
ḧisabî boşe bayî bû binaẍey wa leboşayî
egerçî řîwî bayî bû le şêr tirsî nîye emřo
beyanî hat û lêy qewma ebê sił ka le tarmayî
lexot bayî nebî em baye ba durî henaset bê
ebê teqłey berew nizmî bibînê çawî berzayî
ewey serxoşî mey bê şew, sibeynê zû leser xoye
ewey mestî ẍirure, çawî gumî xwêne ta dwayî
minałîş tê ega çaw: erkî bînînî leser şane
keçî pyawê ke bayî bû be carê kwêre bînayî
eweş wa kewte be zelley ẍirur û pê leqe û zilley
ebê nawî bedî bizřê lenaw bazařî řiswayî
beserhatî mirîşkêke ke hêlkey qazî pê nekira
ezanî çî beser hêna ẍirur û derdî lasayî?
bełê em derde daxî na beser cergî hezarana
ewey duçare çarey wa lekin parêz û wiryayî
ciłew bo nefsî serkêşe le her dû destî alêne
milî eşkê ewey bigrê milî řêgey beřełłayî
ewey lutî le’asmane, keçî pêy her leser xake
bewey emrî, ebê derka le kelley buşî ẍerayî
berew deryay derûnî xot biřo, piştê lednyake
řegî ew derde bin biř ke heta serbêxî qułayî
zimanî ḧałî toş em derde pîse ba be le’net ka
nexoşî wa be çawî sûk temaşake min asayî