serincêk

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 1 minutes  575 views
eger mirdum lebirsana heta mawim řya nakem,
leřêy çewtî řyawe nan û awî xom peya nakem
jyanim xoş ewê, xoştir leber dił ’îzetî nefse
heta mêşk biřiştî hoş û famî bê, xeta nakem
ke encamî yek biste gořî teng û tarîk bê
le řastî řaste řê dû çawî tîjim nabîna nakem
ebê zadê bixom zadey berubwî řencî şanim bê
begwêrey xom exom û kiz enîşim întela nakem
ewey watê ega bo małî dinya çî ekey bîke
qumarêke û edořê, boye min yarî weha nakem
ewey zyatir tekanî xoy eda zûtir ebê mandû
ledûy pûşêkî babirdûy be fîřo çû heřa nakem
ewey azarî hest û gyan eda azarî wîjdane
eger basî serîşim bê derûn tuşî siza nakem
ḧeyatim ger hemwî bextî ḧeya bê şad û diłxoşim
heta hem boye hîç yadî kesanî bê ḧeya nakem
ebê nefsim ledway ’îzzetî nefsa binałênê
meger bimirim, egîna gurgî gîrode řeha nakem
ke řêgey merdî řêgey pyawî diłsozî wefadare
beramber we’d û peymanim řewştim bê wefa nakem