şîwen bo koçî dwayî şêx nureddîn ḧacî mela ’ebdułłay celîzade

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  105 views
le dunyada, ewî derd û beła bû
beşî mîratgiranî enbya bû
giranbarî ’ilum û xulq û xû bûn
qyasî wan û xełkî, lêkcya bû
le xaney dwawe, ezyet nadrê qet
eger lem xaneda, ezyet dira bû
ke pyawêkî hunerwer, koçî fermû
le cennet set çiray bo hełkira bû
be ’îlmî em celîzadane, dunya
piřaw piř muẍnetîs û kareba bû
yekayek, nabîẍey ’îlim û edeb bûn
lewanřa dił piřî zewq û sefa bû
ke nurî dîn bû, «nureddîn celîzadPerson»
ewîş her yek wekîlî mistefa bû
ewîş, em xanedaney wa becê hêşt
řewan bû, me’şerî bab û bira bû
geyşte dwa hewarî xizmet û dîn
be îstîḧqaqî xoy, wesłî xuda bû
xerîkî dersî dîn û zewqî řoḧin
hemûyan, naz û nî’metyan řewa bû
hewarî wane, qet hawarî nabê
ke zatêkî wekû se’dî tya bû
edîb û, ’alîm û, berz û benawbang
hewênî bîr û hoş û kîmya bû
xuda ew xanedaney têk neda qet
le nawçawanî wane, dił guşa bû
bimênê û pê bigeyênê kake «mes’ud»
ewî pêwîstî ’îlim û îřtîqa bû
ke cêgey fexrî kurd û «ko»ye, îmřo
hemû řutbe û nîşaney aşkira bû
çi gencêkî xezêney bîr û hoşe
geşey çawî, hemû tegbîr û řa bû
le ’îlmî dîn û, îstîḧqaqî însan
bełê, xawen şehade û şareza bû
le cêgey bawik û mamî, wek misawî
le řûy cebrî xesarey gel teba bû
kelênî tê nebû, elḧemdulîlla
ke şêx qewmî becêhêşt û, řeza bû
bimênê kak «’elî», gencî beqîmet
duway şêx, ew binaẍey dařja bû
biłê řacîPen name, le te’rîxî wefatî
be dîdarî beheştî û, fewzî şa bûAbjad Numerals: be dîdarî bihşitî û, fuzî şa bu = 1371
be bîst û noy zî qe’de, çwar şebAbjad Numerals: be bîst û noy zî qi’de çwar şib = 1952
we bîstî abî ẍerbî, řoj pya bûAbjad Numerals: we bîstî abî ẍirbî, řoj pya bu = 1952.