em hemû xwênawîye, xakey le kurdistanme

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 3 minutes  111 views
em hemû xwênawîye, xakey le kurdistanme
em hemû bax û zewî û hêlaneyî bawanme
em hemû řûbare swêrane, kułî giryanme
hemû ał û geş û, sûre gułey mêrganme
xwênî bawik û mam û amoza û bira û yaranme
bê kesukar û hetîw û, derdedar û řenceřom
«ta» giranî kirdûm, serbarî zam û sêbeřom
bo dewa, jehirim eden turk û ’ecem, îngilîs û řom
kakî xom key ça debim? menna’eyek nemdî le xom
her diłim mabû, teqî kird û çeşî kirmanme
pêbzane gyanî şîrînim, lekwê hatûyeder?
bêcge lem xakey ke têyda bûye toz û derbeder
boç be merdî, bawik û daykî xot nenasî, quřbeser?
memkî dayk û terbîyey bawkit bekarit bê, meger
bawke awarey wiłat û, dayke sergerdanme
têkełî her hoz ebî, bûye hewên, kirdit be zêř
eymjin bêgane xwênit, toş ebî çirç û çewêř
mêşk û moxt der’ehênin, ey nezanî gêj û hêř
ca weku buxçey jinanîş, etxene herzał û têř
ḧałî to her min ezanim, boye quřpêwanme
îş û zanîn û humêdî kurde řoyî, wek pilar
kewte destî nabekaran, eyweşênin bê jimar
herçî laq û destî kurde, eyşkênin wek şikar
daxekem, bêgane bûne řostem û esfendyar
tefrutûn bo turk û řom û ’areb û kwêstanme
ey gelî hawxiwênî şîrîn, wey gułî xoş bon û řeng
ger minałêkit bibînim, eymjim wek nuqił û beng
pîremêrdêkit bibînim, eyxeme şan wek tifeng
zułfî xatûnan bibînim, bo kemendime řojî ceng
tozî pêławit, wekû nazit leser çawanme
komełêkim pêkewe nûsawe, dił şeydayetî
herçî qazancî wiłatî kurde, ew peydayetî
hênde gewrêkî nefamîş, zertik û sewdayetî
wa le tîmarxanekanî lenden û beẍdayetî
bes le meydanî hunerda, hewhewî merdanme
sûresêwî řûmetit, boç zerde řołey şîrînim?
her minim, bêgane nîm, dostim, mezane dujminim
her leber dûrî dû çawî toye bor û çiłkinim
êste pêt şabûmewe, xoşe jyan û mirdinim
tom le dem dujmin derêna, şayî û seyranme
payedarî key xuda, herçî le kurde pêşewa
nawî tom lê best û řûy xom kirde ’asman û ḧewa
xakî xwênawîm bikate gułşen û aw û hewa
taku pişkoPen name qet be kes nekujêtewe, bextî řewa
beşku germî katewe, herçî diłî kurdanme!