çi xudayêke deka çerxe be řûy kewn û zeman?

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 3 minutes  135 views
çi xudayêke deka çerxe be řûy kewn û zeman?
dabeşî kirduwe em xełke, be çend corî cwan
hunerî dawe be pyawan û, zeř û zîw be jinan
nagzûrî be mela dawe, gizûrîş be nezan
dewłetî dawe be ker, nî’metî dawe be segan
em nîşananeyî dunyaye, be derd û be beła
bem hemû agir û samał û hewa û hewr û heła
baxçe û zurg û gya, kend û çya, dar û geła
diřk û guł, şayedî nêzîke leser em ke xuła
dewłetî dawe be ker, nî’metî dawe be segan
dewłemend awî le demdaye, dełê wawe neçî
aqłe û ’îlmî le dił daye, debê xwar û keçî
ḧatemî tey be gunî nabê, ke bo merg eçî
pałewan bêbeş û, huşyar giranbar û, keçî
dewłetî dawe be ker, nî’metî dawe be segan
qawexanêke piřî bezim û hera û zelzeleye
deẍił û danêke piřî jîl û sin û xerteleye
mêrg û qişłaẍe piřî kawřeleř û bizgeleye
min delîlim be xuda gyane ke ḧacî şeleye
dewłetî dawe be ker, nî’metî dawe be segan
lem hemû beş beşî dunyaye, birakem! şiřîye
lem hemû xoşîyeda, merde le qatuqřîye
meşkeyî şêx le řya, herweku axuř piřîye
toş biłê kake wekû min, eme bawkî xiřîye
dewłetî dawe be ker, nî’metî dawe be segan
lem ber û derge dûsed gursine pařawetewe
be diłî piř ẍem û sîpelkî řeşî mawetewe
çunke dîtûme hemû nakes û bîç, sawetewe
min be em nukte leřêy xełk tełem nawetewe
dewłetî dawe be ker, nî’metî dawe be segan
besme min lutfî xuda, hênde ke nasîwme be yek
baweřim zore be pêẍember û qur’an û melek
kirdewey xom ke be hana bê le řojanî kutek
řacyaPen name, çîm beser îmřoye be mîlyon û be lek
dewłetî dawe be ker, nî’metî dawe be segan!