daşorînî fermangey temwînî koye

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 4 minutes  114 views
temwîn ke řizqî min deda
le qûnî îstîḧqaqî bem
jyan û małî da be ba
le qûnî îstîḧqaqî bem
wîstî kesê bîtaqe ka
le ew sindûq û taqe ka
beşî xoy bê ’elaqe ka
le qûnî îstîḧqaqî bem
le nosed û çil û şeşe
çend serbeheş sałî řeşe
ẍemî le koł û baweşe
le qûnî îstîḧqaqî bem
me’mur ełêy eskendere
polîs le řê û berdere
serî le dawî diłbere
le qûnî îstîḧqaqî bem
werzî sepane, cêy ẍeme
geleş legeł gurgan, geme
destî bîtaqeçî û meme
le qûnî îstîḧqaqî bem
qelender û hejar û řût
kujanewe her wek bizût
lem şare neyma berg û qût
le qûnî îstîḧqaqî bem
çi gewrebûm û behrewer
gořîmewe be derdî ser
bîtaqekem nehateder
le qûnî îstîḧqaqî bem
şikat û ’erzuḧałî to
bo ḧîfiz û řefze, sa biřo
çî dîke xot meke xeřo
le qûnî îstîḧqaqî bem
bertîl nedey bot nakirê
bê pare, beş, pêt naxurê
gazit swawe nagrê
le qûnî îstîḧqaqî bem
hênd hatuçûm qaçim suwa
wek bî le areqa řuwa
bextî bedîşim lêm duwa
le qûnî îstîḧqaqî bem
be serkizî, be kuzkeşî
be bêdengî, be çaweşî
her mamewe be bêbeşî
le qûnî îstîḧqaqî bem
belayî řastîyda eçî
min řast û bûme saxteçî
zorim edî xwarî û keçî
le qûnî îstîḧqaqî bem
pêncî, «fetaḧ» fiłane beg
îmzay deka bê berg û řeg
muceddîdîşe na beḧeg
le qûnî îstîḧqaqî bem
me’mur tema’î xoy nîye
çawî le ḧeqguzarîye
«’elîye fenîş» yekî dîye
le qûnî îstîḧqaqî bem
be derd û hêş û nêşewe
be naḧye û be dêşewe
beşar û paş û pêşewe
le qûnî îstîḧqaqî bem
henûne wu menûne bê
beg cûte gun be qûne bê
şukirîş, direng û zû nebê
le qûnî îstîḧqaqî bem
kutałî zerd û sûr hemû
bo bay’ û me’mur ebû
kirmanc be qûn diřan eçû
le qûnî îstîḧqaqî bem
me’mure custuco eka
mustewredey tapo eka
kirmancî řenceřo eka
le qûnî îstîḧqaqî bem
wirgî zil û milî qewî
şukir nebî nabê kewî
’alem lejêr destyan newî
le qûnî îstîḧqaqî bem
kîlo be dû kesan eda
bay’ dizî lewîş eka
werzî feqîryan da be ba
le qûnî îstîḧqaqî bem
hawar! kurdîne bimgenê
ledes diz û cerdey benê
setrî gunîşim nadenê
le qûnî îstîḧqaqî bem
’êraqe řêgir û dize
dû çawî ḧîz û serkize
dujminî, çawî çend bize
le qûnî îstîḧqaqî bem
qezaye «ko», lêm buwe qeza
xistimîye ber dar û ceza
hêştake lêm nabê řeza
le qûnî îstîḧqaqî bem
qa’îmmeqam «’arf celal»,
neyçêştuwe awî ḧełał
erzaqî kird be gałegał
le qûnî îstîḧqaqî bem
mustewrede «seyîd fetaḧ»,
neybîstuwe řêgey necaḧ
tengin demê, demê feřaḧ
le qûnî îstîḧqaqî bem
qanûn çîye, îdarîye
îdare qanûnî nîye
leser beşim yekî dîye
le qûnî îstîḧqaqî bem
me’mur be keyfî xoyetî
xerîkî werd û şoyetî
dasî le mil mełoyetî
le qûnî îstîḧqaqî bem
guyaPen name ḧeya ke û şûreyî
werizit xuraw û pêgeyî
herçî zigî bo tê geyî
le qûnî îstîḧqaqî bem