henar û sêw û guł pê nageyênê

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  98 views
henar û sêw û guł pê nageyênê
heta baranî payz neyřşênê
ser û pirçî, neřazawin le bazař
be şane û řengî qudret, day ehênê
be yarîdey muje û, çengałî zułfan
le sîngî ’aşiqan, dił der’ehênê
piřî gîrfan û koş û dem debê duř
nemamî qametî ger řahejênê
eger çawêk bigêřête cematêk
yekawyek, çaw leber bê dił emênê
meḧebbet, wek nemamêkî gułî geş
le nermên û çeqên, her xoy eçênê
liqî wek darî tûba, em peř, ew peř
ke her kes çî bwê, lêy datekênê
le baẍî kułim û dem, sîng û memî zerd
mezey çawan, be lêwan řageyênê
îtir çend xoşe têkeł bin xet û xał
ciger badey meḧebbet bîtezênê
be serxoşî, le hoz û dîn peşîman
ewî casûse her axan hełênê
le bazařî meḧebbetda, dirozin
dirawêkî le kîseyda nemênê
xuda, wêney beheşt û yar û jîkoPen name
heta ’alem emênê, pê geyênê