kê heye gyan û diłî, bestey kemendî řû nebê?

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  96 views
kê heye gyan û diłî, bestey kemendî řû nebê?
kê heye lem hatuçûne, beste dił, kuştû nebê?
dîmenî pakî, nimûney cennetî derbesteye
çon ebê ew diłbere, derbestî ew derbûne bê?
ew ke perwerdey şerab û, areqî lêw û deme
ba terazûy xêrî min, dû lêwî ew xatûne bê
askî kêwî le gumbez daye, řamî min nîye
çî debê îmřo leber çawim, řemî ahû nebê?
ew ber û doşey qumar dořawe, boçî pê kenî?
ser le giryanî xecałet ka, be hîway xû nebê
ta weřz bûm, řamisparde lay û bazî da le lam
ba wekû teyrî kewî, xoy wêłî em hamûne bê
wek şedey nermî le mil hałand û, destî daye dił
xawenî, tołey diłî lê send û, ba mandû nebê
tawekû mûsaPerson, le kêwî desteçîley ba’îsî
her be pêxwasî îtir, ba tûşî em ceyḧûne bê
min giřî agir le diłme, boye çawim sûr buwe
şewnimî ew xisteser, ba tûşî dawî mû nebê
sîne agir, karî mem, dił sûte, karî lêwîye
ger xetî têda nebê, awun debê abûne bê
xunçeyî lêwî, legeł dû nêrgisî çawî deka
laleyî kułmey, deba yarî xetî beybûne bê
ta biłêsey çawî pişkoPen name, dił pelamarî neda
wam ezanî çengebazî dûkełî gêsû nebê!