dił leber çîn û xetî ser kułme, agirxiware bû

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  104 views
dił leber çîn û xetî ser kułme, agirxiware bû
řût û qûtîy, herwekû mizraḧî řeston kare bû
kewte naw çerxî be tawî řûmetî tabanî yar
boye řendi’asa, le qapî ’alema aware bû
sîpe kûřî qaşî ebroy, bew gułey xał û xetî
wa le cergimda, ’ezîzim, perit û parepare bû
dû peře ew mesḧefî kułmey nîgarim, serbeser
boçî dił lew dû peře, wa çil peř û sî pare bû?
sîne piř derdim leber cewr û cefay xatûnekan
boye řûḧî bêkesîşim, tûşî ew azare bû
êste pêm nakirê, henasem, hatuçokey saf bikem
ew demeş wa dête bîrim, řuḧ le daredare bû
řacyaPen name gencî xemî to, beş deka ta asman
beş deka, ger ’alemî dunya hemû dûbare bû