hênd le ’îşqî ew diłaramem beser hat bend û baw

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  118 views
hênd le ’îşqî ew diłaramem beser hat bend û baw
girtimî şeş řû xefet, ta kewtime ḧałî gyaneław
cergî derkêşam be çing û, zułfî çengałî piłîng
her egryem zar zar û, her enałim taw taw
ger le cengî xoşewîstîda nepřijê ser, çîye?
dił be kełkî hîç naye, xwên neřêjê naw naw
setił û camî xiste dest û, mest û serkeş têpeřî
bîr û hoşî da be şan û, nerme nerme çuwe seraw
baẍî mestî şad û parawe, le çawî guł’uzar
marî zułfî wa le mil haławe, janim çuwe henaw
yarmetî gyanî nedam û, lêy sitandim řeng û řû
boye řoj û şew ke nawestê řijanî awî çaw
sîne, ałozî ẍem û tałî û xefet bû, piř birîn
dîde, piř toz û temî tarîkîye, cergim biřaw
tê geyştim, pêgeyştin qet le řêgem nakewê
her debê zarî kem û bişkême karî natewaw
bextî pişkoPen name, ger ezanî boç perêşan û řeşe?
zor le dû yaran geřawe, çeşnî bazî aşqeřaw