bê xunçe, nîye řaḧetî zaẍ û zeẍenî me

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  99 views
bê xunçe, nîye řaḧetî zaẍ û zeẍenî me
bê perde muheyyaye, guł û yasemenî me
me’şûqe ke day ḧukmî, be kuştinim û be kufirim
xoy seyrî eka, bulbulî xwênîn kefenî me
her lale ẍubarêkî eger nîştine ser û řûy
teltîfî deka qetreyî awingî ẍenîme
her leşkirî sîmaye, le sed lawe ke bişkê
ger bête sefa, diłberî nask bedenî me
têrawe le nazawî qise, le’lî lebî to
nasufteye fîkirî, wekû duřřî ’edenî me
wek neyşekere qametî me, bo qesełî xełk
cana! çi deka wextê to hatî, cegenî me
řacîPen name! çi ẍerîbin qisekanim le hemû cê?!
aya le cîhan kes heye ehlî suxenî me?!