dunya be hemû şêwe, eger şîrin û tałe

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  129 views
dunya be hemû şêwe, eger şîrin û tałe
çawî le nimûney dem û lêw û xet û xałe
wek min, be edeb nayete ser tewnî temaşa
kełkîtî mujey nêze û, kakołî metałe
gogirdî nîgay, şûreyî gyanim egřênê
min dêm û be kuştin çim û ew şoxe le małe
kurde le suleymanîy û, koyey be hewa xist
dawêke tikay maçî û, sed sêlkî le pałe
bew xał û xet û gewhere, seřřaf û ’etare
bew şîrînî û mêşawîye, qessab û beqałe
estêre û řojîş, wekû řûy kunciru poşin
binyademî bê awełe, wek sewzeyî kałe
sayey le serim bote ḧesarî diłî zarim
şewqî le diłim, wek le şewa řostemî załe
emcare eger bêmewe ke’bey şerefî kurd
ew sûre gułe, mamłetî bê nirx û fesałe
řacîPen name, be heway sîng û ber û doşî melîḧe
goyî dił û topî memî kirdote gełałe