saqî! qedeḧit wek demeket diłkeş û tenge

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  104 views
saqî! qedeḧit wek demeket diłkeş û tenge
meylit wekû zułfî syehit ma’îl û lenge
lew kułmeyî piř nûre, be xał û xet û perçem
îmřo temenî lutfe, temaşayî feřenge
ta penceyî zîwînî to řengîne be xwênim
bo nexşî ser û zułf, çi hîwayî be řenge
derdit le diłim, zehrî hela û zexmî sînane
’îşqit le serim, şořşî tîmsaḧ û nehenge
maçî demeket, bo qedeẍet kirduwe êsta?
xo maçî demit wek meseley sa’îre, denge
her nêşî heye xałî řuwan, bo minî bêzar
hengiwînî nîye, her be xeta nawî be henge
nasrawî hemû ’aleme, ew yarî bełek çaw
wa nerim û teř û nask û çalak û çelenge
bew bendeqeyî zułfe û xałî xeterawî
gwêm herdû piřî gulleyî bêdengî tifenge
bo řesmî wefadarîye, dê yarî gułendam
xêrabe were ḧazre mey, řacîPen name! direnge