ame! bo cergit biřîwim û hełguşîwim, ameke?

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  100 views
ame! bo cergit biřîwim û hełguşîwim, ameke?
ame! bo gyan û dił û bîrit dizîwim, ameke?
pêm biłê sa key biçêjim tam û bone xoşeket?
key enîşê pêm biłê, hoşî fiřîwim, ameke?
çawe tîrendazeket, wa bote muqnatîsî řoḧ
karebat xistote cergî řahejîwim, ameke
lûlî zułifit xiste mil zewqî xeyał û bîrî min
wa wekû mîwey bił û pêkdatepîwim, ameke
řengî ałî řûmetit, têkeł birûske û tarîye
řîwełe û, řûzerd û, lêwqirçaw, hetîwim, ameke
tu xuda, boçî le basî maçekanit nadwêy?
sozî řût perdey ḧeya û şermî diřîwim, ameke
ser, be gêjî matem û sewdate wa exulêtewe
wek řewez, burkan zedey řûtim, xizîwim, ameke
zułfî řeşmarit ke gestî lamlî wek zerdebêt
min be jehir û zamî gestey dařzîwim, ameke
têr nebûm lew baweş û bonet, çirîkandî wełat
şêt û har bûm, taze îtir têpeřîwim, ameke
wirde xałit kirde temẍey merg û bê hoşîm û dił
to be morî şa ser û małit kiřîwim, ameke
kuştimî ew sûre bende, ew gułey nask beden
řeḧmî pêm dadê hemû dîw û nedîwim, ameke
sîs û lawazî xemî řûtim, cefaxurdey zeman
wek gułî baxt le daxt hełwerîm, ameke
herwekû jîkoPen name beramber wirde zułf û, xał û xet
bo hemû derd û bełay ’îşqit çeqîwim, ameke!