eçim mîwanî diłber bim, ełên serdar û qonaẍe

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  103 views
eçim mîwanî diłber bim, ełên serdar û qonaẍe
ke baẍî řûmetî her dem, le çawey çawî ma zaẍe
ẍezaley xałekey kułmey, çi gencûrêkî řengîne
pyałey lêwekey ałî, çi perdaẍêkî perdaẍe
leber qapî enałê dił, le leb lutfêkî bo naka
xuda! ya bîde ya bîbe, ke nasaẍêkî piř daẍe
be gułzarî wîsalî ew, hemû zaẍ û řeẍen xoş bûn
le bezmî ’endelîbî min, ’eceb ew baẍe yasaẍe!
ezanî bo tepîwim, bo řizîwim, boçî sûtawim?
le lay yarî cîhangîre, diłim şeş sałe qaçaẍe
çi ẍeddarêke? hawarî, řeqîb xistote naw dinya
to pêy baweř meke gyana, quřimsaẍêkî nasaẍe
le dîwanî kemałtida, eger dił baze, bê naze
le bazařî cemałtida, eger ser saẍe, ayaẍe
řuxt bo řûḧî piř zîkirim, çi fîrdewsêkî feř dewse
qedit bo leşkirî fîkirim, çi beydaẍêkî beydaẍe
ewey zułifit nwandûye, meger her xwênî řacîPen name
bełê yek řengî me’naye, newek sed řengî boyaẍe!