xałit le diłî ême, dełêy selkebzûte

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  101 views
xałit le diłî ême, dełêy selkebzûte
çawim le mezey fênkî dem û, badeyî zûte
maçit be ser û gyan û diłe, nirx û firote
bazařî ser û kułmete, hênde be biřûte
dił, besteyî egrîce û gestey serî mûte
can, xesteyî sîne û meme ya mestî hemûte?
ebrote leser taqî ’ereq, taqe û cûte
girtûye serit řîze guł û taqe û cûte
em agirî xermanî tenî ême, le řûte
sûtanî minî řûte, be bê qeyd û şirûte
hîway diłî bêçare, be maçî yek û dûte
her layê eçî, wek tułe amade le dûte
pişkoPen name, serî zułfî qebes û desteyî şûte
ew sate ke geş debîyewe, to karî pişûte