dił lenaw perdey xeyałata, xerîkî firsete

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  99 views
dił lenaw perdey xeyałata, xerîkî firsete
her wekû meẍzî gułendaman, çi nazk hîmmete!
ta le serçawey dił û canim nenîşê tozî ẍem
key be çawî xom debînim, em sefa û sefwete?!
dîde hełnaye leber berq û birîqey řûyî to
řû le her layê dekem, perdey ḧeya û ’îsmete
xestexaney ’îşqî to, jehrî be dił werkirduwe
wek şirîqey zułf û mujganit, xerîkî sîḧḧete
sîne piř tab û teb û soz û biłêse û giryeye
herwekû çawit ke ẍemze û naz û mestîy ’adete
nî’metî dinya û qyamet, wa le çawit zahîre
zînetî dinya û dînîşim le herdû kułmete
xende û girjînewet, şewqî be ’alem girtuwe
zułfî tataşt xerîkî barî zexim û kulfete
mestî beng û, ’areqî naz û, girîşme û lenceket
ta wekû řojî beqa, nûstûy hewayî dergete
řacyaPen name! dêwaneyî danê le ’îşqî diłberan
kê nesûtênê be gurcî řoḧî xoy, bê ẍîrete!