em diłbere, çend diłbere, çend dînbere, şîrîn?!

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  174 views
em diłbere, çend diłbere, çend dînbere, şîrîn?!
em ney lebe, çend mey lebe, sed mertebe, řengîn?!
ẍaretgere, řû agire, can hełgire, hawar!
xawen xuwe, piř caduwe, xet hînduwe, muşkîn
çend nazke, çend çapke, çend naze le demya?!
řeng esmere, qed ’er’ere, sîmînbere, guł çîn
talîbkuje, ’aşiqidije, kewserimje, şahim
xwênřêje, nîhanbêje, cînançêje, xudabîn
her ’uşrete, her şewkete, her řeḧmete, her naz
her mîḧnete, her zîllete, her ḧesrete, her kîn
diłbaze, xoş’awaze, ser’efraze, sefaxwaz
new řesteye, guł desteye, şaysteye, nesrîn
nagate mulaqatî le bedbextîye, řacîPen name
bêzare le xoy, xesteye, du’a bike: amîn!