bezim û hewayî gułşen, bo ême bû direxşan

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  105 views
bezim û hewayî gułşen, bo ême bû direxşan
ta lutfî guł nebînîn, dił zarî kuncî zîndan
wa ’umrî min beserçû, ta key cefa bikêşim
xwa bitgirê wefa ke, maçêk le herdû lêwan
wek lalezarî řûy to, hat û nesîmî engut
pêwîste ger ḧîsabim bikirê le řîzî řendan
mîḧnetzedey birotim, ta taq û cûte bo fêł
qurban! were binoşîn, min xuřřem û to xendan
řoḧim lelat becê ma, herdû ře’î beyan bû
min swênd exom, diłîşim, ḧaşa neçote hîcran
sermestî ẍemzeyêkim, sewda demaẍî tîrê
qet řeng nîye legeł to, řostem ke bête meydan
dił dayîma xerîke, bem kûreyî xeyałat
bo coşî tîrî ulfet, bêsûde çekuç û sindan
zîwîn beden heta key, bê řeḧim û bê zekatî?
řeḧim û zekate pêwîst, herdem leser musłiman
pêm wit: be maçî çawit, gerdin keçim, witî pêm:
řacîPen name řica kemêk bû, kirdit be beḧrî ’umman!