lenaw beḧrî fîraqit, ba nexnikêm

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  99 views
lenaw beḧrî fîraqit, ba nexnikêm
kenarêkim le desta bigre, derbêm
ẍulamêkim le derganey wîsala
le şora, ger to nazanî emin kêm?
le mîḧenetda, leber penhanî kułmet
be çawî zahîr û batîn, degryêm
ke agirxaneyî ’îşqit be giř hat
le dewrey ’aleme û, her min desûtêm
le řêgem weqfe ger nakey, ezanî?
’eceb nabê wekû benzîn negirfêm!
be bê awî ḧeyatî lêw û xendet
leser min ’ehdî wişkîy bê, neřiskêm
be nîwe îltîfatêkî, ezanê
le bendî namuradîda defewtêm!
ḧebîba! ger depirsî ḧałî çawim
demê piř mewcî xwênawe, demê dêm
le tarîkî şewî bextim be şu’ley
meḧebbet, bo dyarî maçî dem dêm
eger şadim, we ya zar û nezarim
le sayey zułfe, nabînim berî pêm
le yarim metłebe yek bose, řacîPen name
biła, tirsî dił û dîne ke bîłêm