lem weḧşete min tûşî çi şax û çeqenê bûm?!

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  101 views
lem weḧşete min tûşî çi şax û çeqenê bûm?!
gîrodeyî ser piřjî, çi dar û dewenê bûm?!
girtit be cinêwêkî, jyanim be tîcaret
wek taze hetîwêkî, ke îmřo be tenê bûm
detwêtewe dił, herwekû şem’ê ke bisûtê
pabesteyî sewdayî ’ereqdan legenê bûm
lem beḧrî xeyałatî to, nêzîke bixinkêm
wa bizane nehengêke, be tûşî gezenê bûm
herçend eřjê xwênî dû çawim, le ẍemî to
bem xwênewe, biřwane çi xawen kefenê bûm?!
hatuřewî min lêre efermûy çîye? qurban!
sewdazedeyî qametî nazk semenê bûm
řacîPen name le qyamet ke biłên: çît bû le dinya?
bê mał û dił û, ’aşiq û řend û řebenê bûm!