em kiçî bade, be hîç core tełaqî nadem

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  95 views
em kiçî bade, be hîç core tełaqî nadem
nîwe bosêkî be sed mułkî ’êraqî nadem
serukarî hemû kes, ’îşq û fenaye axir
cê xewî mergî be sed taq û řîwaqî nadem
saqya! camî ’ereq bêne mezayayî ḧizûr
be hemû mułkî suleymanîye baqî nadem
diłî ẍemdîde eger carê bika bonî wîsał
çîke ber debdebeyî kosî fîraqî nadem
baẍewana! mebe diłgîr û, meke perjîn, guł
wekû şêx řûyî şeker, min be simaqî nadem
lebî cobarî sefa, serwî diłaramî heye
řojî bezmim ke hełê, řahî mîḧaqî nadem
řacyaPen name! memleketî xome wiłatî řengîn
be hemû mîllet û mułkêkî sîbaqî nadem