xudaye! min le derdî bê demaẍî xom û gel çibkem?

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  106 views
xudaye! min le derdî bê demaẍî xom û gel çibkem?
legeł řobîntenî mîḧnet, be şimşêrêkî kel çibkem?
ke min awareyî mułk û weten bim, dest û pê xeste
le saḧêb eqrîba û esp û řefîqî pê û pel çibkem?
were ey nazenînî min, be maçî lêwekey ałit
bebê to ẍeyrî daẍ û derd, destî xom le mil çibkem?
le zincîrî fîraqit, beste û mat û melûl mawim
le zordarîy cemał û ḧîddetî lawî feḧel çibkem?
çi aşûbim, be řîswayî serim hênawete ser xak
ke min xakim, le lale û sebzewatî mêrg û mel çibkem?
bebê min, ey nîgarî şoxî serbestî be ’îşwe û naz
nebû carê bifermûy: bê feqes lem teyrî dił çibkem?
zemanet dujmine řacîPen name, çi tedbîrit nîye esłen
nîye řêgey minîş wek to, leser em dawe sił çibkem?